Nûnerên Amerîkayê ji bo şopandina agirbestê li Îsraîlê ne

Ji bo şopandina bicihanîna agirbesta bi Tevgera Hemasê re nûnerên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner li Îsraîlê ne.

Nûnerên Amerîkayê ji bo şopandina agirbestê li Îsraîlê ne
20 cotmeh, 2025   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî rojekê ji rageşiya leşkerî ku bû sedema gefa hilweşîna peymanê, nûnerên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner gihîştin Îsraîlê, da ku dan û standinên der barê agirbestê de bi Tevgera Hemasê re pêk bînin.

Girêdayî wê, Îsraîlê ragihand ku ji nû ve deriyê Kerem Ebû Salim ji bo derbaskirina alîkariyan bo Xezayê vekir. Ji ber ku, bi pevçûnan re û ji ber kuştina 2 leşkerên Îsraîlê bi awayekî demkî hatibû girtin.

Her du nûner ji aliyê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve hatin pêşwazîkirin. Netanyahu diyar kir ku roja sêşemê cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance dê bigihîje Îsraîlê û li ser zehmetiyên ewlekariyê û derfetên dîplomasî nîqaş bike.

(mh/fr)