Baxçeyên Rêbertiyê  

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi minasebeta rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, di 8 salan de 23 baxçeyên bi navê “Baxçeyê Rêber Apo”, “Baxçeyê Serokatî” û “Baxçeyê 4’ê Nîsanê” ku bûne navnîşanên civakîbûnê, hatine vekirin.

Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
Baxçeyên Rêbertiyê  
3 nîsan 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, her sal li çar aliyên Kurdistan û devreyî welat bi bernameyên cur bi cur tê pîrozkirin. Gelê Kurd û gelên herêmê vê rojê wekî rojbûna xwe ya xwe naskirin, destpêkirina jiyanek azad, wekhev û aştiyane pêşwazî dikin. Bi vê minasebetê li gelek deveran şitilên daran û gul ku wekî sembola zindîbûn û jiyanê ne, tên çandin. 

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî, bi taybetî ji şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) ve şitilên daran û gul tên çandin, baxçeyên bi navê Rêber Abdullah Ocalan tên çêkirin û vekirin. Yek ji xebatên ku balê dikişînin Baxçeyên Rêbertiyê ne. 

Di navbera salên 2015 û 2023’an de ji Heleb heta Dêrikê li 23 deveran Baxçeyên Rêbertiyê hatine vekirin. Baxçe li Heleb, Şehba (4 baxçe), Kobanê, Minbic, Tebpa, Reqa, Hesekê (2 baxçe), Şedadê, Hol, Til Temir, Zirgan, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê, Qamişlo, Tirbesipiyê, Girkê Legê, Dêrik û Til Koçer hatine vekirin.

XEMIL DAYE BAJARAN

Li tevahiya baxçeyan gelek dar û gul hatine çandin û xemlek rengî daye bajar û bajarokan. Di baxçeyan de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatine bicîhkirin, odeyên xwendinê, cihê bernameyên hunerî, cihên rûniştinê û meşê jî hatine amadekirin. Her wiha wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê hatine danîn. Di odeyên xwendinên de di serî de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ku bi zimanê Kurdî û Erebî hatine amadekirin, gelek pirtûkên cur bi cur hene.  

BÛNE NAVENDÊN PÊŞXISTINA CIVAKÎBÛNA

Baxçeyên Rêbertiyê ji bo tevahiya welatiyan bûne navnîşanên pêşxistina civakîbûn û jiyana wekhev. Ji her temenî welatiyên tên baxçeyan, hinek li odeyên xwendinê pirtûkan dixwînin û carinan nîqaş, hinek spor dikin, hinek jî li cihên bêhna xwe didin, di kevin sohbetên li ser jiyanê.

3 BAXÇEYÊN NÛ TÊN VEKIRIN

Di 4’ê Nîsana 2024’an de jî wê li Kantona Tebqa, navçeya Çilaxa û bajaroka Girbawî yên Qamişlo baxçeyên nû werin vekirin.

(ekip/a)

ANHA