Malbata ku îşkence li zarokê wê kirin û sîxurî lê ferz kirin: Em serî natewînin

Elî Welî yê 17 salî ji bo tedawiya nexweşiya xwişka xwe hewl dida di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bibe, lê leşkerên Tirk ew girt û xist zindanê û piştî 9 mehan revand. Îşkence li Welî kirin û dîmenên wê ji malbata wê re şandin. MÎT'ê sîxurî li malbatê ferz kir lê malbat diyar dike ew ê serî li ber zextan netewînin.

Malbata ku îşkence li zarokê wê kirin û sîxurî lê ferz kirin: Em serî natewînin
3 nîsan 2024   05:06
HESEKÊ

Elî Welî (17) ê ji navçeya Dirbesiyê ya kantona Cizîrê, dema ji bo tedawiya xwişka xwe ya nexweşa otîzmê hewl dida di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bibe, di 22'yê Hezîrana 2023'yan de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat girtin. Welî 6 mehan li Girtîgeha Mêrdînê hiştin û 3 mehan jî li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê. Welî di 12’ê Adara 2024'an de hat berdan lê li ber deriyê girtîgehê hat revandin.

Malbatê jî piştî girtina Welî agahî jê negirt. Çend roj piştî revandinê jî hin kesên bi tirkî û erebî diaxivîn û xwe wek endamên îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) dida naskirin, li malbatê geriyan. Li gorî malbatê, wan kesan dîmenên îşkenceya Elî Welî nîşan didin şandine û sîxurî li ferdên malbatê ferz kiriye.

Bi hejmareke telefonan a aîdî şîrketeke Tirkiyeyê telefonî malbatê kirine. Malbatê jî qeyda lêgerînê girtiye. Di dema pêwendiya telefonê de ewilî Elî Welî bi dayika xwe re axiviye û gefên li wî tên xwarin ji tirkî werdigerînin kurdî. Di qeyda deng de Welî dibêje ew li Sûriyeyê tê ragirtin, lê nizane ka li ku dera Sûriyeyê ye. Bi erebî jî gefan lê dixwin û li bavê Welî jî sîxuriyê ferz dikin. Ew kes hefteyekê demê didin malbatê û heke daxwazên wan pêk neyên, gefa kuştina zarokê wan, teqandina wesayîtên wan û bi dronan bombebarankirina malên wan lê dixwin.

Der barê mijarê de ku Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê jî ragihandibû, malbata Elî Welî ji ANHA'yê re axivî. Malnbatê diyar kir ku ew ê serî li ber gefan netewînin û bang li malbatên din kir ku zarokên xwe neşînin derveyî welat.

LI QOSERÊ HATE GIRTIN

Dayika Elî Welî, Necma Mûsa diyar kir ku kurê wê par ji bo ku derbasî Ewropayê bibe, çûye Tirkiyeyê û li wir ji aliyê endamên MÎT'ê ve hatiye girtin û got: "2 kur û keçeke me hene. Keça nexweşeke giran a otîzmê ye. Dermanê vê nexweşiyê li Sûriyeyê nîn e. Kurê min Elî got ew ê ji bo dermankirina xwişka xwe biçe Ewropayê. Ji bo vê jî di ser Tirkiyeyê re berê xwe da Almanyayê û bi bijîşkên pispor re dê têkilî danîba û ji bo nexweşiya xwişka xwe li rêbazên dermankirinê bigeriya. Bi alîkariya hin xizmên me yên li navçeya Qoserê ya Mêrdînê derbasî Tirkiyeyê bû. Dema ji Qoserê ber bi Stenbolê ve li otobusê siwar dibe, leşkerên dewleta Tirk wî digirin."

Necme Mûsa dibêje Elî Welî bêyî hincetekê nîşan bidin, ji aliyê MÎT'ê ve hatiye girtin û got: "Dema ku em pê hesiyan ku Elî hatiye girtin, me parêzerek girt. Me hewl da hîn bibin bê ka çima kurê min girtî ye, lê sedemeke rast jî nedan me. Kurê min Elî hê nû bûye 17 salî û MÎT'ê ew belasebeb girtiye, îşkence lê kirine û tî û birçî hiştine. 4 caran derket dadgehê. Elî 6 mehan li Girtîgeha Mêrdînê, 3 mehan jî li Girtîgeha Erziromê hate girtin. 4'emîn danişîna wî di 12’ê Adara 2024'an de bû û dema em bi parêzerê wî re axivîn, got Elî serbest hatiye berdan.”

'SÎXURÎ LI SER ME FERZ KIRIN'

Necme Mûsa got ev 9 meh e bi kurê xwe re neaxiviye û diyar kir ku 13’ê Adara 2024'an Elî Welî bi telefonê lê geriyaye û gotiye demanceyek danîne ser serê wî û wiha axivî: "Kurê min telefonî min kir û got 'Demançeyek dane sere min, destê min kelemçekirî ne'. Endamên MÎT'ê wêneyekî kurê min ji min re şand. Min bi zorê wêneyê kurê xwe jî nas kir, ji ber îşkenceyê nedihate naskirin, gelekî zeîf bûbû. Ji wê rojê ve ku min kurê xwe bi wî rengî dît, êdî min nekarî xwarinê jî bixwim. Îşkence li Eliyê min kirin. Ev ji bîra min naçe.”

GEFA KUŞTINÊ LI TEVAHIYA MALBATÊ XWARIN

Necme Mûsa got kesên kurê wê revandiye, gefa kuştinê li wan xwarine û wiha pê de çû: "Careke din li min geriyan û vê carê pirsa hevserê min Hisên kirin. Kesê bi min re axivî Tirk bû. Li gel wî kesekî din jî hebû û wî jî wergera kurdî dikir. Got ew dê kurê min bikuje. Min jê re got kurê min ji ber tiştekî ne sûcdar e, ji bo tedawiya xwişka xwe derket rê. Got em ê hevserê te bikujin, em ê kurê te bikujin, em ê hemû malbatê bikujin, em ê wesayita li ber deriyê we biteqînin. Min jî got min kurê xwe emanetî Xwedê kiriye. Piştî ku min wiha got, endamê MÎT'ê dîsa gef li me xwar û sîxurî li me ferz kir û got hefteyekê muhletê didin we, hevjînê te dê li vê hejmarê bigere, bi me re biaxive û me agahdar bike. Min jî got em tiştekî nizanin û tiştekî ku em ji we re bêjin nîn e.”

‘PIŞTÎ GEFAN MIN JI KURÊ XWE AGAHÎ WERNEGIRT’

Necma Elî diyar kir ku piştî gefên li malbata wê hatin xwarin, tu agahî ji kurê xwe negirtine û got: "Tu sûcê kurê min nîn e, yekane sedema van tiştan, ji ber ku em Kurd in. Girtin, îşkence lê kirin û bi sedan zarokên Kurd ên mîna Elî kuştin. Çi heqê wan heye? Dengê van zarokan jî nedigihaşt malbatên xwe. Gunehê van malbatan çi ye, dayikan? Ez dayik im, zarokên min hene, keça min nexweş e û ez jê berpirsyar im. Dema MÎT'ê bi min re bi telefonê diaxivî, min pirsî; 'hûn li gorî qanûnan tev nagerin?', gotin 'em bi ti qanûnan tev nagerin, li vir hiqûq nîn e'. Min ewraqên nexweşxaneyê yên keça xwe şandin. Kurê min bi degekî nizm digot birçî me, tî me, kelepçekirî me... Heta niha min ji kurê xwe xeberek negirt. 12’ê Adarê hate berdan û ji hêla MÎT'ê ve hate revandin. Kurê min li kampeke ku em navê wê jî nizanin, dîl tê girtin, xebereke êdî nîn e.”

‘AXA XWE NETERIKÎNIN'

Necme Mûsa xîtabî hemû malbatan kir û got: "Banga min li her kesî ye; me kurê xwe şand derve lê me şaşî kir. Lê hûn nekin, ji axa xwe dûr nekevin û zarokên xwe biparêzin.”

Hisên Welî yê bavê Elî Welî jî diyar kir ku wan piştî bihîstina girtina kurê xwe, bi rêya parêzer ji bo kurê xwe dest bi prosedura hiqûqî kiriye û wiha got: "Parêzer ji me re got zarokê we ji tu sûcî ne sûcdar e û divê serbest were berdan. Dema kurê min serbest hat berdan, me xwest em li gorî hiqûqê tev bigerin û me xwest em wî bînin Rojava. Piştre parêzerê wî bi me re axivî, got cendirmeyan ew biriye û ew ê bibin kampê. Piştre jî telefonî malbata min kirin û gef lê xwarin. Yên ku ev kirin, gotin ewm endamên MÎT'ê ne.”

‘EM TESLÎMÎ MÎT'Ê NABIN’

Hisên Welî got ew teqez teslîmî MÎT’ê nabin û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Dixwazin bi van rêbazên şerê taybet me kontrol bikin, dixwazin ew çi bêjin em bikin. Lê em nikarin vê qebûl bikin. Em nikarin bibin dijminê gelê xwe, cîranên xwe. Ev yek li dijî exlaqê civakê ye. Gefê li kurê me dixwin, bi qasî salekê ye di destê wan de ye. Hemû zarokên li vê xakê zarokên me ne. Piştî ew qas xwîna şehîdan û şoreşa Rojava em serê xwe natewînin û îradeya xwe teslîmî MÎT'ê nakin."