Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kes hatine kuştin

Li gorî daneyên SOHR’ê, li Sûriyeyê di 24 saetan de bi kêmanî 8 kes hatine kuştin.

Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kes hatine kuştin
17 hezîran, 2025   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 24 saetên dawîn de ji ber tundî, şer, êriş, teqînan û bikaranîna şaş a çekan, bi kêmanî 8 kes hatine kuştin.

SOHR’ê  der barê detayên kuştina 8 kesan de agahî parve kirine da zanîn ku li gundê Kerasîn Bisincar ê Idlibê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer kesekî jiyana xwe ji dest da, li taxa Qisûr a bajarê Hemayê jî ji ber gulebarana ji aliyê çekdarên nenas ve mêrek hat kuştin.

Heman navendê diyar kir ku li kampa Kemûna ya li bakurê Idlibê jinekê hevserê xwe kuşt, li gundê Mixtariyê yê bakurê Humsê şêniyekî elewî  di dikana wî de hat gulebarankirin û qetilkirin.

Li nêzî çerxerêya Ebasiya ya li taxa Sebîl a bajarê Humisê dewriyeya hêzên ewlehiya giştî erebeyek sivîlan gulebaran kir, di encamê de kesek di erebeyekê de hat kuştin.

Li bajarê Ezazê yê dagirkirî yê li bakurê Helebê, ji ber pevçûna di navbera du malbatan de jinek hat qetilkirin, li bajarokê Meredesê yê bakurê Hemayê di encama gulebarana bê ser û ber a di pîrozahiya dawetekê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da, her wiha li gundê Mezeiyê yê Derayê ciwanek dema bi çeka xwe dilîst gule pê de teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

(bb)