Sendîkayên Brîtanyayê ji bo ‘Rojava’ ji Serokwezîr re name şandin

Sendîkayên ku li Brîtanyayê kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ dimeşînin nameyek hevpar ji Serokwezîr Keir Starmer re şandin û daxwaza ‘parastina Rojava û saziyên wê yên xweser û demokratîk’ kirin.

Sendîkayên Brîtanyayê ji bo ‘Rojava’ ji Serokwezîr re name şandin
31 ÇILE, 2026   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

sendîkayên karkeran ku ji xebatkarên trênê û ajokarî, karkerên xwarin û nanpêjiyê, karkerên ragihandin û posteyê, agirkujî, mamosteyan, karkerên xizmetguzariya giştî û civakî û karkerên zanîngehan û kolejan pêk tên ji bo Rojava nameyek hevpar amade kirin.

Di nameya ku ji Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re hate şandin de, hat diyar kirin ew ji ber êrîşên milîsên cîhadîst û hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk gelek bi fikar in û ev tişt hat gotin, “Bi taybetî raporên pêbawer ên ku girtiyên DAÎŞ’ê di dema van êrîşan de hatine berdan, metrîsiyeke mezin çêdike.

Ji ber Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi pêşengiya Kurdan roleke sereke di têk birina DAÎŞ’ê de lîst, Keyaniya Yekbûyî û civaka navneteweyî dendarê wê ne” û hat gotin ku Kurdan di têk birina DAÎŞ’ê de berdêlên mezin daye.

Di nameyê de, hat gotin ku saziyên demokratîk ên li Rojava û bi taybetî şervanên YPJ’ê bûne hedefa êrîşan û hat gotin ku ev yek êrîşeke eşkere li ser azadiya jinan e.

Sendîkayan, da zanîn ku êrîşên HTŞ’ê û komên cîhadîst ên girêdayî wan qanûnên navneteweyî binpê kirine û hate gotin ku bi tenê hiştina Rojava dê herêmê dîsa bixe nav kaosê.

Sendîkayan, daxwaz kirin ku hikûmeta Brîtanyayê êrîşan şermezar bike, li dijî hevkariya bi komên cîhadîst re derkeve, pêşî li ji nû ve rêxistinkirina DAÎŞ’ê bigire, piştgiriyê bide parastina Rojava, û gihandina bê asteng a alîkariya mirovî misoger bike.

Sendîkayan, destnîşan kirin ku tevgera karker dê hevgirtina xwe bi gelê Kurd re bidomîne.

ÎMZEVAN

Sendîkayên ku name îmze kirine bi vî rengî ne:

Associated Society of Locomotive Engineers and Firemen (ASLEF)

Bakers, Food and Allied Workers Union (BFAWU)

Communication Workers Union (CWU)

Fire Brigades Union (FBU)

Sendîkaya GMB

National Education Union (NEU)

Public and Commercial Services Union (PCS)

Social Workers Union (SWU)

University and College Union (UCU)