Bafil Talabanî: Dilê min li cem gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî tekildarî êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê got: “Di vê dema giran û dijwar de dilê min li cem gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.’’

Bafil Talabanî: Dilê min li cem gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye
7 ÇILE, 2026   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî li ser hesabê xwe yê X’ê têkildarî êrişên çeteyên hikûmeta demkî yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên perwerdekirin ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk tînin, parvekirinek kir. Parvekirina Bafil Talabanî wiha ye: “Em bi dilgiranî bûyerên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dişopînin, di vê dema giran û dijwar de dilê min li cem gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Hêvîdar im hemû alî xwe aram bigirin û bi jîrane li hember bûyeran tevbigerin û bi rêya diyalogê û berpirsiyarî pirsgirêkan çareser bikin. Ez piştgiriya her cûre hewldanekê ji bo asayîkirina rewşê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan dikim."