Ji Mesûd Barzanî daxuyaniya têkildarî êrişên li ser Helebê

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê got, “Nabe hebûna pirsgirêkên siyasî bibe sedema paqijiya nijadî.”

Ji Mesûd Barzanî daxuyaniya têkildarî êrişên li ser Helebê
7 ÇILE, 2026   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî têkildarî  êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê daxuyaniyek belav kir û hişyarî da ku “li wê deverê gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan heye.’’

Mesûd Barzanî bangî desthilatdarên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir ku rêya diyalogê hilbijêrin û rê li ber xwînrijandinê bigirin.

Barzanî diyar kir ku guherînên siyasî yên li Sûriyeyê derfeteke baş bû ji bo çareserkirina pirsgirêkan lê rewşa niha ya Helebê cihê fikarên mezin e.

Barzanî bal kişand ser metirsiya li ser xelkê sivîl û got: “Ew rewşa metirsîdar û ew şer û tundiya ku niha li bajarê Helebê heye, cihê dilgiraniyekê zêde ye. Metirsî li ser jiyana xelkê sivîl û welatiyên bêguneh çêkiriye û gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan li wê deverê heye.

Mesûd Barzanî ji desthilatdarên Sûriyeyê xwest ku pirsgirêkên siyasî veneguherînin şerê neteweyî û wiha got: “Ez daxwazê ji desthilatdarên Sûriyeyê dikim ku pirsgirêkên siyasî nekin pirsgirêka neteweyî. Di wan pirsgirêk û aloziyên li herêma Helebê de hene, divê rê neyê dayîn welatiyên Kurd bi zext û zordariyê rûbirû bimînin û ji cihê bav û kalên xwe werin derxistin û rûbirûyê paqijiya nijadî bibin.’’

Barzanî her wiha bangî aliyên Kurd û QSD’ê jî kir û got: “Daxwazê ji aliyên Kurdan û bi taybetî QSD’ê dikim, ji bo rawestandina şer, pevçûnan û rêgirtina li xwînrijandina zêdetir tiştê ji destê wan tê bikin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî diyar kir divê her du alî rêya diyalogê hilbijêrin û wiha got; “Nabe hebûna pirsgirêkên siyasî bibe sedema wê yekê ku jiyana xelkê sivîl bikeve bin metirsiyê û paqijiya nijadî li dijî gelê Kurd rû bide. Ev tawana li dijî mirovahiyê ye û dê encamên metirsîdar jê derkevin.