Xelkê Mexmûrê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

Xelkê Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrişên çeteyên hikûmeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.

Xelkê Mexmûrê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
7 ÇILE, 2026   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê yên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd yên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Daxuyanî  li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê ji aliyê Beşîr Gabar ve hat xwendin.

Beşîr Gabarî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibîr anîn û wiha got: “Komên çekdarên hikûmeta Şamê di bin bandoriya dewleta Tirk de êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Ev çeteyên êrişî Kurdan dikin, hemû girêdayî dewleta Tirkin. Em komkujiyên li ser gelê Kurd tên pêkanîn qet jibîr nakin. Niha jî heman komkujî li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin.

Divê xelkê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bizanibe em li gel wan in. Em berxwedan we silav dikin. Em hemû hêzên dûrî aştiyê dirawestin, bi tundî şermezar dikin, bi taybetî jî dewleta Tirk.

Divê dewleta Tirk bersivekî erênî bide projeya Rêber Apo ya aştiyê. Heta ev proje bi ser nekeve wê, li Rojhilata Navîn xwîn birije. Ji ber ku em dibînin heta niha bi dehan jin û zarok li herdu taxên Kurdan tên qetilkirin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bijî Bexwedan Şêxmeqsûd’ û ‘Bijî Bexwedan Eşrefiyê’ bi dawî bû.