` Îsraîl nakeve Lubnanê`

Nivîskar û rojnameyê lubnanî Êlî El Hac diyar kir ku Netanyahu senaryoya Xezayê li Lubnanê dubare nake û diyar kir ku her geşedaneke li Xezayê dê bandor li başûrê Lubnanê bike û Îsraîlê nakeve Lubnanê.

` Îsraîl nakeve Lubnanê`
29 tîrmeh 2024   05:35
BEYRÛT
RANYA UBEYD

9 meh di ser şerê Xezayê re derbas bûn. Di encama şerê ku dewam dike de zêdetirî 130 hezar kuştî û birîndar çêbûne, her wiha zêdetirî 10 hezar kes winda ne. Li başûrê Lubnanê şerê Îsraîl û Hizbullah her ku diçe gûrtir dibe û encamên hewldanên agirbestê hîna ne diyar in. 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Kongreya Amerîkayê careke din teqez kir ku şer berdewam e ta ku Hemas bi temamî li Xezayê tune dibe û got, Îsraîl dê her tiştî bike da ku ewlehiya li ser sînorên xwe yên bakur vegerîne û welatî di malên xwe de ewle bin.

Rojnamevan û nivîskarê lubnanî Êlî El Hac têkildarî rewşa dawîn a Lubnan û Xezayê nirxandin kir. Êlî El Hac da zanîn ku di vê pêvajoyê de Netanyahu dê operasyonên li Xezayê bidomîne û ji bo Hemasê tune bike û wê bi temamî ji Xezayê derdixe dê fişarên xwe bidomîne. Her wiha diyar kir ku Hemas jî bi israr e şerê xwe bidomîne û zehmet e ku rewşa ku Îsraîl ferz dike qebûl bike.

Li gorî El Hac Netanyahu senaryoya Xezayê li Lubnanê dubare nake, di encamê de dedera eniya başûrê Lubnanê bi qedera Xezayê ve girêdayê ye, her geşedaneke li Xezayê dê bandorê li başûrê Lubnanê bike. Êlî El Hac anî ziman ku Îsraîlê nakeve Lubnanê, lê dê êrişên li ser baregehên Hizbullah û hedefkirina fermandarên wê ranewestîn.

GELO DÊ DANÛSTANDIN DI PÊVAJOYA BÊ DE BI SER KEVIN?

El Hac destnîşan kir ku Hemas ji bo ku hebûna xwe îsbat bike tenê vebijarkek maye ew jî bi xwe dan û standinê bike û wiha domand: "Hemas dixwaze şerê li Xezayê ku wêran û hejmara kuştiyan zêde dike raweste. Îran jî dev ji piştgiriya Xezayê berda tenê piştgiriya Hizbullahê dike ku heta bandora wê li ser şerê Xezayê hindik e."

El Hac wiha domand: "Asoyên li pêşiya her duyan xitimî ye.  Bi taybetî ji bo Îsraîlê dibe ku tawîzên pêvajoyî bidin ji bo ku demê qezenc bikin ta ku çareseriyekê ji berjewendiya Xezayê dûr, peyda bike. Lê di heman demê de dibe jiyana gelekan li Xezayê xilas bike. Divê dewletên rojvayî û erebî fişarê ji vê bêtir bikin ji bo ku şer raweste."

GELO ÎHTIMAL HEYE LI LUBNANÊ ŞEREKÎ GIŞTÎ RÛ BIDE?

Têkildarî gefên Îsraîl yên Lubnanê û senaryoyên muhtemel El Hac ev nirxandin kirin "Eger dan û standin bi ser neketin û êrişên mewda dirêj (long-range) li deryayê Sor dubare bûn, dibe ku Hûsî û Hizbullah li başûr Lubnanê rûbirûyî êrişên dijwartir bin. Îsraîlê êrişa li Til Evîvê bersivan û êriş Hudeyde li Yemenê kir. Dibe ku piştî şerê Xezayê şerekî giştî li herêmê rû bide, ne tenê milîs lê belê gelek dewlet destwerdanê bikin."

El Hac wiha pê de çû: " Beşar Esed dema xetere hîs kir bilez çû Moskovê. Hesabên Hizbullah di şerê li dijî Îsraîlê de ne li gorî berjewendiyên wî yên lojistîk û teknîkî ne. Lê piştgiriya Îranê ji milîsên wê re, rêya yekane ya parastina hebûna Hizbullahê û berjewendiyên wê ne."

Di dawiyê de El Hac îşaret pê kir her tişt girêdayî geşedanên di rojên bê de ye yan çareseriya dîplomasî yan jî şerekî giştî.

(şx)

ANHA