Rêveberiya Xweser: Êrişên 3’yê Tebaxê wekî qirkirin qebûl bikin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li civaka navneteweyî kir ku komkujiya çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxê (2014) li Şengalê pêk anî bû, wekî qirkirinê qebûl bikin.

Rêveberiya Xweser: Êrişên 3’yê Tebaxê wekî qirkirin qebûl bikin
3 tebax 2024   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 10’emîn a komkujiya 3’yê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca bingehîn a komkujiyê li dijî civaka êzidî ya li Şengalê, tunekirina civakekê, qirkirina çand, şaristanî û pîroziyên wê ye û hate gotin: "Civaka êzidî di dirêjahiya dîroka xwe de rastî hemû cureyên zilm û zordestiyê hat û zêdetirî 74 ferman li dijî wê hatin kirin. Tevî mezinahiya vê trajediyê jî, lê civaka êzidî ya leheng ji bo rakirina tola zarokên xwe birînên xwe kewandin. Di demeke kurt de karî xwe bi rêxistin bike û ji bo rizgarkirina tevahî Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kirin. Her wiha ji bo xwebirêvebirinê û birêxistinkirina kar û barên Şengalê meclisa sivîl a Şengalê ava kir.”

Di daxuyaniyê de komkujiya li Şengalê bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin kiryarên dermirovî ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbûn, li dijî peyman û mafên mirovan in.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku komkujiya çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxê (2014) li Şengalê pêk anî bû, wekî qirkirinê qebûl bikin.

(bb)

ANHA