Ciwan Siko: PDK’ê  rê li ber dagirkirina Başûrê Kurdistanê vekir

Sekreterê Partî Demoqratî Kurdistan – Sûriya destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd û dagirkirina xaka wî ye. Her wiha diyar kir ku PDK’ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re rê li ber dagirkirina Başûrê Kurdistanê û koçberkirina şêniyên wî vekir.

Ciwan Siko: PDK’ê  rê li ber dagirkirina Başûrê Kurdistanê vekir
4 tebax 2024   04:15
QAMIŞLO
RÊNAS REMO – SILAVA EBDUREHMAN

Ji meha Hezîrana borî ve artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî û bejayî li dijî deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ev êriş bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tên pêkanîn.

Girêdayî vê mijarê, sekreterê Partî Demoqratî Kurdistan – Sûriya Ciwan Siko ji ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka avabûna xwe de siyasetên qirkirin û dagirkirinê dide meşandin. Li Başûrê Kurdistanê jî van siyasetan dide meşandin û serweriya Iraqê jî binpê dike..

Ciwan Siko diyar kir ku piştî peymana di navbera Tirkiye, hikumeta Bexdayê û PDK'ê ev êriş zêde bûn. Wan aliyan jî hişt ku herêm were dagirkirin û şêniyên wê jî werin koçberkirin.

Siko berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişan silav kir û diyar kir ku şandina çeteyên DAIŞ'ê ji bo ku li Başûrê Kurdistanê şerê gerîlayan bikin, nîşan dide ku planên dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan têk çûne.

Siko diyar kir ku aliyê ku herî zêde zirar ê bigihîjê PDK ye û got: "Siyasetên PDK'ê şaş in. Dewleta Tirk a dagirker PDK'ê wek partiyeke eşîrî ku planên wê pêk tîne, dibîne."

Di dawiya axaftina xwe de Siko hevkariya di navbera dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê de şermezar kir û destnîşan kir ku devberdana ji destekdayîna dagirkeran û vegera li yekitiya kurdî, çareseriya tekane ya parastina destkeftiyên gelê Kurd e.

(mh)