Ava Şedadê; ji pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve

Ji sala 2012’an ve bajarê Şedadê rûbirûyî pirsgirêka ava vexwarinê ye. Lê piştî ku stasyonên parzûnkirina (şêrînkirin) avê li gundê derdor hatin vekirin êdî rewş baştir bû û şêniyan karî ava paqij û baş wergirin.

Ava Şedadê; ji pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve
Ava Şedadê; ji pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve
Ava Şedadê; ji pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve
Ava Şedadê; ji pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve
Ava Şedadê; ji pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve
Ava Şedadê; ji pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve
Ava Şedadê; ji pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve
Ava Şedadê; ji pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve
9 nîsan, 2025   07:15
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Çend sal e bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, ji ber şorbûûna avê, rûbirûyî pirsgirêka nebûa ava vexwarinê ye, ku peydakirina avê astengiyên mezin li pêş şêniyan çêdikir. Ji wê zêdetirî li bajêr tora avê ji 2012’an ve tune ye, bi wê re rewşa avê zehmettir bû.

Ava bîran a bajêr şor bû û ji bo bikaranîna mirovan ne guncaw bû, ji ber wê jî şêniyan ji bo peydakirina avê, bi sahrîcan ji deverên dûr av dianîn û di aliyê aborî de barê wan girantir dibû.

Lê piştî salên dirêj ên zehmetiyê, gelek stasyonên şêrînkirina (parzûnkirin) avê li gundên derdora bajêr hatin avakirin. Sala borî stasyonek li gundê Edle yê 10 kîlometre dikeve başûrê Şedadê, li gundê Um Riz ê 5 kîlomtere dikeve bakurê Şedadê û gundên Um Hecera û Selmase yên  15 kîlometre dikevin başûrê rojhilatê Şedadê hatin avakirin. Li wan deveran av hat taqîkirin û di encamê de diyar bû ku ew av guncaw e û bi vî awayî pirsgirêka şêniyan çareser bû.

PÊŞXISTINA REWŞA AVÊ LI HERÊMÊ

Berî avakirina stasyonan, şêniyan bi rûbera 60 kîlometre diçûn û av ji bajarê Hesekê dianîn. Lê bi saya van projeyan rewş baştir bû û sahrîc avê ji 7 heta 15 kîlometre tînin.

Der barê vê mijarê de, xwediyê stasyona şêrînkirina avê ya gundê Edle Celal El Dexîl got: “Ev proje xizmetî bajêr û gundên wî dike. Armanc jî peydakirina ava vexwarinê ji şêniyan re û hêsankirina anîna avê ji xwediyên sahrîcan re, da ku rêya wan kintir bibe û lêçûn kêmtir bibe.”

BIHAYA AVÊ Û KALÎTEYA WÊ

El Dexîl diyar kir ku xezanê avê yê 5 bermîlî bi 13 hezar lîreyan ji bo xwediyên sahrîcan tê firotin. Heta bigihîje gundan jî bi 25 lîreyan ji bo welatiyan tê firotin. Di hin rewşan de ku mal dûr bin 5 bermîl heta 40 hezar lîreyan tê firotin.

HEVKARIYA ŞÊNIYAN Û RÊVEBERIYÊ

Rêveberiya Xweser bi bihayekî guncaw sotemeniyê ji bo pêxistina stasyonan ku şêniyan kiriye. Ji ber wê jî projeya li Şedadê ji bo herêmên pirsgirêkên avê lê hene, nimûneyek e.

ROLA STASYONAN DI PÊŞXISTINA REWŞA TENDURISTÎ Û CIVAKÎ DE

Projeya şêrînkirina avê gaveke erênî ya ber bi pêşxistina rewşa tenduristî û civakî ve ye. Vê projeyê pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê ku bandoreke nerênî li jiyana welatiyan dikir, çareser kir.

(mh/fr)

ANHA