ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9- 4 – 2025
9 nîsan, 2025   02:00

Endamên Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan wek derfeta aştiyê û parastina tifaqa di navbera gelan de nirxand. Her wiha tekez kirin ku ew peyam dikare pêvajoya aştiyê bi pêş de bibe û demokrasiyê bi pêş bixe.

Siyasetmedaran diyar kir ku ji bo parastina aştiya navxweyî û avakirina siberojeke geş ji bo welat, divê hemû kesên ku xwîna gelê Sûriyeyê rijandiye werin lêpirsînkirin û hesab jê bê xwestin, di serî de jî dewleta Tirk.

Li gundewarên bajarê Hesekê ku berê çavkaniyeke debarê bû, îro jî bi xetereya ziwabûnê rû bi rû ye, Nawal Ahmed her sibeh li ser zeviyên zuha, ji bo komkirina pincaran dikeve rê. Ev giya ji bo gelek malbatan çavkaniyeke bingehîn a jiyanê bûne. Malbatên ku nekarîbûn alternatîfeke din a debara xwe bibînin û debara xwe ya aborî pêk bînin, berê xwe didin komkirina pincaran.

Ji sala 2012’an ve bajarê Şedadê rûbirûyî pirsgirêka ava vexwarinê ye. Lê piştî ku stasyonên parzûnkirina (şêrînkirin) avê li gundê derdor hatin vekirin êdî rewş baştir bû û şêniyan karî ava paqij û baş wergirin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, de Navenda Jineolojiya ya kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê şahiyekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Komeke nû ji xelkê bajarên Amûdê, Qamişlo, Til Hemîs û Tirbespiyê berê xwe dide Bendava Tişrîn ku tev li çalakiyên berxwedana bendavê bibe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Xidir Mûrad li Goristana Şehîd Hogir Îsmaîl a bajarê Amûdê tê definkirin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

3 cenazeyên şervanên QSD’ê li bajarê Tirbespiyê tên definkirin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa cenazeyên 4 şervanên QSD’ê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik a bajarê Dêrik, defin dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê 4 cangoriyan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir dike, xekê Dirbêsiyê jî sersaxiyê dide malbatên her du şervanên QSD’ê şehîd Mehmûd Hemo û Rojhat Omer ên ku di berxwedana Bendava Tişrînê de di Çileyê de şehîd bûbûnî (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Ebdulhelîm Hisên El Ebdullah defin dike, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê daxuyaniyên Wezîrê Çandê yê desthilata Şamê yên der barê zimanê Suryanî û navê Sûriyeyê de, li avahiya Desteya Çandê ya li kolana Qîtarê yê Reqayê daxuyaniyekê dide, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN