Têkildarî penaberên Sûriyeyî yên gihîştine Rûsyayê nîqaş

Raporên Rûsyayê aşkera kir ku komên penaber ên Sûriyeyî gihîştine wargehên bajarê Perm ê Rûsyayê. Hat diyarkirin ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve ev cara yekê ye ku tê ragihandin penaber digihîjin Rûsyayê. Lê li hemberî wê çavkaniyeke dîplomasî diyar kir ku tu nîşanên siyasî yên pêşketinê tune ne.

Têkildarî penaberên Sûriyeyî yên gihîştine Rûsyayê nîqaş
8 nîsan, 2025   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên Rûsyayê ragihand ku beşên penaber ên ji Sûriyeyê gihîştine navendên bicihkirinê ên bajarê Perm ê Rûsyayê û diyar kir ji destpêka krîza Sûriyeyê ve ev cara yekê ye ku tê ragihandin penaberên Sûriyeyî digihîjin Rûsyayê.

Li hemberî vê yekê helwesteke nakok li hemberî sedemên ragihandina vê yekê derketin. Hin aliyan diyar kir ku ev bi geşedanên li perava Sûriyeyê ve girêdayî ye. Lê çavkaniyeke dîplomasî diyar kir ku tu girêdanên her du mijaran bi hev ve tune ne û got ku hin malbat ji ber rewşeke mirovî hatin Rûsyayê da ku li wir werin dermankirin.

Aliyên xwecihî yên Rûsyayê jî diyar kiribû ku wê Rûsya destekê bide penaberan û kar ji wan re peyda bikin.

(mh/fr)