Av gihîşt hejmarek taxên Hesekê

Ava vexwarinê piştî salan ji rawestandina pompkirina wê ji stasyona Elokê û piştî dagirkirina wê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, gihîşt xetên dabînkirina avê bo gelek taxên bajarê Hesekê.

Av gihîşt hejmarek taxên Hesekê
13 gulan, 2026   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji bajarê Hesekê ragihand ku piştî qutbûneke bi salan, av gihîştiye gelek taxên bajêr. Ev qutbûn ji dema dagirkirina stasyona Elokê ya li gundewarê Serêkaniyê di sala 2019'an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dom dikir.

Xelkê Hesekê û gundewarê wî û yê Til Temirê bi awayekî sereke pişta xwe didin ava vexwarinê ya ji stasyona Elokê ya gundewarê Serêkaniyê ve tê.

Vê êvarê ava gihîşt malên welatiyan. Lê nûçegihanên me tekez nekir ka jêdera herikîna avê ji stasyona Elokê yan ji xeta berê ya ji çemê Firatê ve ji hêla gerînendetiya avê çêkiriye ye.

(fr)

ANHA