'Bi Hevpeyamana jinan wê jin ji Sûriyeyê mafên xwe biparêzin'

Endamên Meclisa Eremenî diyar kir ku jin dê bi têkoşînê cihê xwe di nava destûra Sûriyeyê de bigirin, her wiha hevpeymana jin a ku mafên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye parastin di destûrê de bê qebûlkirin da ku mafê tevahî jinên Sûriyeyî were misogerkirin.

'Bi Hevpeyamana jinan wê jin ji Sûriyeyê mafên xwe biparêzin'
14 gulan, 2026   03:25
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Endamên Meclisa Eremenî têkildarî misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de ji ajansa me re axivîn.

Endama Meclisa Eremenî Sîvan Îbo diyar kir ku Sûriye niha di demeke gelek hesas re derbas dibe û wiha got: "Ev rewşa siyasî gelek mijaran ji hevdu derdixin û entegrasyon çêdibe. Lê belê rola me jî di nava entegrasyonê de roleke girîng e. Em dizanin ku jinê di destpêka şoreşê de heya roja îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek destkeftî bi dest xistin. Roleke gelek girîng û mezin di nava civakê de lîst. Di gelek xebatan de cih girtin; ji leşkerî, siyasî û diplomasî bigire, heta jinan di parlamenterên derve de jî cih girt."

Sîvan destnîşan kir ku niha pêvajoyeke nû ya siyasî dest pêkiriye û wiha anî ziman: "Di vê pêvajoya nû ya Sûriyeyê de, divê jin jî cihê xwe di gelek qadan de bigirin. Ji tevahî pêkhateyan ji Kurd, Ereb, Ermen û ji  tevahî mezheban divê cihê xwe di avakirina Sûriyeyek nû de bigirin û mafê xwe di destûra nû de misoger bikin. Bi hebûna jinên Sûriyeyê wê entegrasyoneke demokratîk ava bibe."

Di dewama axaftina xwe de Sîvan got: "Di destûrê de mafê jinê neyê garantîkirin, tu maneya wê destûrê namîne. Jin dikare temsîliyeta xwe di parlemento, Meclisa Gel û wezaretan de misoger bike. Jinên Sûriyeyê di nava pêvajoya derbasbûyî de temena herî giran daye û dide. ji bo vê yekê jî divê mafê wê di hundirê destûrê de bê misogerkirin. Em di Sûriyeya nû de pêşeroja xwe bi destê xwe ava bikin."

Endama Partiya Yekitiya Ermenî Sîlda Simonyan jî diyar kir ku qonaxa ku herêmê tê re derbas dibe gelek hesas e û wiha got: "Lihevkirinên di navbera hikumeta demkî û QSD` de herêmê ji şer rizgar kir."

Sîlda ev li gotinên xwe zêde kir: "Di vê pêvajoyê de divê jin jî cihê xwe biryardanê de bigirin. Jin di nava saziyan de tesmîleyeta xwe bikin. Entegrasyona demokratîk bi hebûna jinê pêkan e. Jinên Sûriyeyê bi têkoşîna xwe di nivisanadina destûra Sûriyeyê de cihê xwe bigirin. Di herêma me de hevpeymana me ya jinan heye û mafê me diparêze û em hêvî dikin ku ev hevpeyman, di destûra Sûriyeyê de ciheke taybet bigire, da ku mafê tevahî jinên Sûriyeyê bê parastin."

(fr)

ANHA