Enwer Delef: Yekitiya neteweyî bûye ferz

Oldarê Êzidî Enwer Delef banga lidarxistina kongreyeke neteweyî û avakirina lêvegereke yekbûyî kir û wek rêya yekane ya parastina mafên gelê Kurd nîşan da.

Enwer Delef: Yekitiya neteweyî bûye ferz
14 gulan, 2026   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Oldarê Êzidî Enwer Delef li ser girîngiya avakirina yekitiya neteweyî ya Kurdan ji ajanas me re axivî.

Enwer Delef di destpêka axaftina xwe de gotina helbestvan Cegerxwîn a "Eger em nebin yek em ê herin yek bi yek" bi bîr xist û got niha ji hemû partiyên Kurdan tê xwestin ku berjewendiyên xwe deynin aliyekî û ji bo doza kurdî bixebitin.

Delef diyar kir ku yekitiya hêzên Kurdan li çar aliyên Kurdistanê ji bo xelasiya ji pirsgirêkan bûye ferz û parçebûna di nava partiyan de parastina mafan mîsoger nake û ev li gotinên xwe zêde kir: "Eger Kurd li pey berjewendiyên xwe bikevin û parçe bin wê nikaribin mafên xwe bi dest bixin. Di heman demê de hebûna bi dehan partiyên Kurdan rewşeke parçebûyî ava dike, ji ber ku her partiyek xwedî nêrîneke taybet e, lew re divê ev nêrîn bibin yek da ku helwesteke yekbûyî ya kurdan çêbibe."

Enwer Delef destnîşan kir ku divê lêvegereke kurdî ya yekbûyî ava bibe ku nêrînan cuda bighîne hev û biryara siyasî bike yek.

Delef di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku dema êriş li ser Kurdan têne kirin, partiyek tenê nayê hedefkirin, lê nasnameya kurdî bi giştî dibe hedef, lewre yekitiya Kurdan li çar aliyên Kurdistanê û dûrketina ji siyasetên dijmin tên xwestin. Delef bal kişand ser ezmûna yekitiyê di dema êrişên li ser Rojava de.

Enwer Delef her wiha anî ziman ku divê kongreyek neteweyî li ser asta Kurdistanê were lidarxistin û bi avakirina lêvegereke kurdî ya yekbûyî encam bide ku hebûn û mafên Kurdan biparêzin û got yekbûna helwestê dê di siberojê de veguhere mîrateyeke hevbeş ku hemû Kurdan di banê yek nêrînê de bîne gel hev.

Enwer Delef di dawiya axaftina xwe de bang li siyasetmedar, rewşenbîr û oldaran kir ku ji bo avakirina yekitiya kurdî xebateke cidî bikin û yekitî wek xaleke esasî ya mîsogerkirina bihêzkirina helwesta kurdî bi nav kir.

(bb)

ANHA