Artêşa Tirk zêdetirî 100 caran gundên Amêdiyê topbaran kir
Endamê CPT ya Amerîkî Kameran Osman da zanîn topxaneyên artêşa Tirk îro danê sibê zêdetirî 100 caran gundên Duhokê topbaran kirin, bi dehan donim daristan, zevî û baxçe şewitîn û di nav niştecihên sînor de tirs û fikar çêbûn.

Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman li ser hesabê xwe yê Facebookê agahiyên derbarê topbarana dewleta Tirk a îro li ser sînorê parêzgeha Duhokê de eşkere kir.
Kameran Osman got ku artêşa Tirk gelek guleyên topan li gundên Ber Garê û herêma Nihêlê xist da ku rê li ber cotkaran bigire ku vegerin ser zevî û baxçeyên xwe.
Li gorî Kameran Osman, topxaneyên artêşa Tirk gundên Mijê, Kevne Mijê, Spindare û Girgaşê yên Ber Garê ya ser bi navçeya Amêdiyê zêdetirî 100 caran topbaran kirine û bi dehan donim daristan, zevî û baxçeyên gundiyan şewitîne.
Her wisa eşkere kir ku topxaneya artêşa Tirk a dagirker gundên Guherzê û Belave yên li herêma Nihêlê dema ku welatî ji bo nimêja înê li mizgeftê bûn, bombebaran kirin.
Kameran Osman, diyar ku ji derengiya şevê heta niha, balafirên bêmirov yên artêşa Tirk li ser gundên Amêdiyê difirin û ji bo gundiyan bûne sedema tirs û fikaran.
Ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî Hikûmeta Iraqê li hember êriş û dagirkeriya dewleta Tirk yên tevî pêvajoya çareseriyê jî, tu bertekan nîşan nandin.