Partiya Kesk hevserok û meclisa xwe hilbijart

Partiya Kesk a Demokratîk Kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist. Di kongreyê de Reşa Abas û Luqman Ehmê careke din weke hevserok hatin hilbijartin.

Partiya Kesk hevserok û meclisa xwe hilbijart
Partiya Kesk hevserok û meclisa xwe hilbijart
Partiya Kesk hevserok û meclisa xwe hilbijart
Partiya Kesk hevserok û meclisa xwe hilbijart
Partiya Kesk hevserok û meclisa xwe hilbijart
20 hezîran, 2025   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Kesk a Demokratîk îro danê sibê li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist.

Piştî merasîma vekirinê kongre li ber çapemeniyê girtî dewam kir.

Li gorî encamnameya kongrê, delegeyan der barê ji nû ve avakirina pergala partiyê û nûkirina rêziknameyê gotûbêj kirin. Rêzikname li gorî pêşniyarên delegeyan hate guherî û erêkirin.

Di kongreyê de ji bo Meclisa Giştî ya partiyê 11 endam û ji bo hevsrokatiyê jî Reşa Ebas û Luqman Ehmê careke din hatin hilbijartin.

(ac)

ANHA