Artêşa Tirk gundên Dihokê bombebaran kirin
Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Kefne Mijê û Guherzê yên bajarokê Dêrelokê yê Dihokê bombebaran kirin. Piştî êrişê li herêmê şewat derket.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker tevî agirbestê jî êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne.
Li gorî agahiyên Rojnewsê dane, vê sibehê dewleta Tirk a dagirker gundên Kefne Mijê û Guherzê yên bajarokê Dêrelokê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve bombebaran kirin. Piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker agir bi baxçeyên gundiyan û bejahiyê ketiye.