Kombenda Civakî ya Efrîn qetilkirina Mistefa Şêxo şermezar kir
Kombenda Civakî ya Efrînê bi daxuyaniyekê qetilikirina zarokê bi navê Mistefa Şêxo şermezar kir û xwest ku çete ji Efrînê derkevin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan li gundê Hec Hesno yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê zarokê bi navê Mistefa Şêxo yê 18 salî qetil kiribû.
Kombenda Civakî ya Efrînê bi daxuyaniyekê qetilkirina Mistefa şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya kombendê ya li Qamişloyê bi amadebûna koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê hat dayîn û ji aliyê koçbera ji Efrînê Leyla Hisên ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku komên çete zarokê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo dema ku li gundê xwe Hec Hasno yê Cindirêsê parastina tabloyên enerjiya tavê dikir, qetil kir.
Di daxuyaniyê de qetilkirina Mistefa hat şermezarkirin û bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û dezgeha ewlekariya giştî hat kirin ku der barê qetilkirina Mistefa de dest bi lêkolînê bike. Bang li Komîteya Ewlehiya Sivîl û Desteya Niştimanî ya Dadweriyê Veguhêz jî hat kirin ku ji bo dabînkirina edaletê ji qurbaniyan re û sererastkirina ziyanan, hesabpirsîna ji kesên ku di salên dawîn de li Efrînê sûc kirine, komîteyeke lêkolînkirina rastiyan ava bikin.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û komîteyên lêkolîna rastiyan ên Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin ku demildest destwerdanê bikin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Dem hatiye ku êdî koçberên Efrînê vegerin gund û bajarokên xwe û yên ku ji herêmên din ên Sûriyeyê li Efrînê bi cih bûne derkevin. Em daxwaz dikin ku hemû komên çekdar ên ku sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirina etnîk li dijî şêniyên herêma Efrînê kirine, bên derxistin."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê Rêveberiya Xweser li herêma Efrînê were pêkanîn ku ji aliyê gelê wê ve were birêvebirin û hemû derfetên ewlekariyê werin peydakirin. Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Mistefa re hat xwestin.
(bb)
ANHA