Konferansa 6’an a Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê tê lidarxistin
Bi dirûşma "Rewşenbîr dengê civaka azad û demokratîk in" Konferansa 6’an e Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê dest pê kir.
Konferana 6’emîn a Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê bi dirûşma "Rewşenbîr dengê civaka azad û demokratîk in" li Hola Efrîn a li Qamişloyê dest pê kir. 134 delege, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên çandî, Meclisa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî konferansê bûne.
Konferansê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Anahîta Sîno piştî bixêrhatina beşdaran kir xwest ku ev bone bibin wesîleya dilsoziya bi şehîdan re û “rewşenbîr bibin dengê heq û pênûsa heqîqetê”.
Anahîta Sîno bal kişand ser xebatên Yekitiya Rewşenbîran û got: "Ji destpêka damezirandinê ve gelek xebat hatin meşandin û gelek hevalan di vê rêyê de canê xwe ji dest da. Hin herêm hatin dagirkirin, êrişên li ser me hatin kirin, zehmetiyên mezin li pêşiya me derketin, lê tevî van hemûyan jî me bi rêya şoreşê têkoşîna xwe dewam kir û didomînin.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed jî wiha axivî: "Divê em şoreşa xwe bi duristî di pirtûkan de binîvisin da ku îsbat bikin ku em xwedî dîrok, çand û têkoşîn in. Şoreşa jinên pêşeng divê were nivisandin û were rêzgirtin."
Remziye Mihemed berxwedana gel û şervanan silav kir û got: "Berxwedana gelê herêmê bala cîhanê kişand. Elewî, Êzidî û pêkhateyên dîtir tev li QSD’ê bûn da ku bi azadî, rûmet, bi ziman, nasname û çandên xwe bijîn."
Hevseroka TEV-DEM’ê anî ziman ku parastina rêgez û nirxên şoreşê erka her ferdek û rewşenbîrekî ye û wiha dawî li axaftina xwe: "Belgekirina şoreşê û ragihandina wê ji raya giştî re berpirsyariya rewşenbîran e û dê ji nifşên bê re bibe jêdera şanaziyê."
Piştre endama Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Mariya Aho jî axivî û got: "Divê em hemû hevgirtî bin da ku asoyên nû ji jiyanaa çandî û hunerî ya civaka xwe re xêz bikin û vê çandê biparêzin û dewlenemd bikin."
Piştre ji bo rêvebirina konferansê dîwanek ji 2 kesan hat avakirin, peyamên pîrozkirina konferansê hatin xwendin, her wiha belgefîlmek li ser xebatên du salan ên yekitiyê hat pêşandan.
Konferans ji ragihandinê re girtî dewam dike. Li gorî komîteya amadekar dê rapora xebatên 2 salan ên yekitiyê û rêzikname werin xwendin, nîqaş û pêşniyar werin kirin, her wiha plansaziya 2 salên bê were danîn û endamên nû yên Desteya Rêveber a yekitiyê werin hilbijartin.
(bb)
ANHA