Artêşa Îsraîlê bajarê Sûr ê Lubnanê bombebaran kir: 7 kes hatin kuştin

Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya Lubnanê diyar kir ku artêşa Îsraîlê bajarê Sûr ê Lubnanê bombebaran kir, di encamê de 7 kes hatin kuştin. Li aliyekî din jî Hizbullaha Lubnanê li Keferkela yê başûrê Lubnanê li pêş leşkerên Îsraîlê kemîn danî.

Artêşa Îsraîlê bajarê Sûr ê Lubnanê bombebaran kir: 7 kes hatin kuştin
28 cotmeh, 2024   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya Lubnanê diyar kir ku artêşa Îsraîlê li dijî bajarê Sûr ê Lubnanê rêzeêrişên hewayî pêk anîn, di encamê de 7 kes hatin kuştin. Lê beriya van êrişan artêşa Îsraîlê ji welatiyan xwest ku gelek taxên bajêr vala bikin. 

Ajansê destnîşan kir ku piştî gefên êrişkirina li dijî Sûrê balafiran êrişa yekemîn pêk anî. Di êrişê de li kolana Efran Behir avahiyek hat bombebaran kirin. Dûre rêzeêriş hatin pêkanîn.

Beriya êrişê bi demekê, artêşa Îsraîlê ji welatiyên gelek taxên bajarê Sûr ê başûrê Lubnanê xwest ku ji bajêr derkevin û dê armancên Hizbullah bombebaran bike.

Duh, di êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê de herî kêm 21 kes hatibûn kuştin. Lê artêşa Îsraîlê jî gotibû ew nuqteyên Hizbullah hedef digire.

Li aliyekî din jî Hizbullahê ragihand ku şervanên wê ji leşkerên Îsraîlê re li nêzî bajarokê Keferkela yê li sînorê Lubnanê kemînek veda û bi leşkerên Îsraîlê re ji nêz ve şer kirin. Di encamê de hin leşkerî hatin kuştin û birîndarkirin.

(fr)