Anne Souyris: Ez piştgiriyê didim banga aştiyê ya Abdullah Ocalan

Dengvedana peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo raya giştî dewam dike. Senetora Fransî Anne Souyris têkildarî mijarê bi parverineke diyar kir ku ew piştgirî dide banga aştiyê ya Abdullah Ocalan.

Anne Souyris: Ez piştgiriyê didim banga aştiyê ya Abdullah Ocalan
28 cotmeh, 2024   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi Rêber Apo re ku 26 sal e li Girtîgeha Girava Îmraliyê di şert û mercên êşkenceya giran de tê girtin û 43 meh e mafê wî yê hêvdîtina bi malbat û parêzeran re bi temamî hatiye desteserkirin, hevdîtin pêk anî. Rêber Apo bi rêya biraziyê xwe Omer Ocalan ji raya giştî re peyam şand û destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê dewam dike û wiha got: “Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim.”

Piştgiriya ji qada navneteweyî ya ji bo hevdîtina ku piştî 43 mehan pêk hat û peyama Rêber Apo dewam dike.

Senetora Fransî Anne Souyris têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Senetora Fransî Anne Souyris diyar kir ku ew piştgirî dide banga aştiyê ya Abdullah Ocalan û bang li Fransayê kir ku berpirsyariyê bigire.

Peyama Senetor Anne Souyris wiha ye: “Di dawiya 43 mehan de hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk hat. Roja piştî hevdîtinê, Tirkiye li dijî êrîşa ku PKK li xwe girt, bombe li Rojava barand. Ez piştgiriyê didim banga Abdullah Ocalan a ji bo aştiyeke mayinde ya di navbera gelê Kurd û Tirk de. Fransa ji bo rêz li hember mafên bingehîn ên her kesê bê girtin û bi rêya rêbaza hevpar a demokratîk aştiya talî bê pêkanîn, divê ji bo jinûve destpêkirina diyalogê di navbera hikûmeta Tirk û kemenetewan bi taybetî Kurdan de bixebite."