ʹKongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk gavek ber bi avakirina Sûriyeya demokratîk ve yeʹ

Partiya Sûriya Pêşerojê encamnameya kongreya damezrîner a Rêya Sûriyeya Demokratîk a li Bruselê hatibû lidarxistin pîroz kir û diyar kir ku ev yek di avakirina Sûriyeya demokratîk a yekgirtî de gaveke dîrokî ye.

ʹKongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk gavek ber bi avakirina Sûriyeya demokratîk ve yeʹ
28 cotmeh, 2024   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî serketina kongreya damezrîner a Rêya Sûriyeya Demokratîk daxuyaniyeke nivîskî da û kongre pîroz kir.

Di daxuyaniya partiyê de ev hat gotin:

"Ji Sekreteriya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk re, em serketina kongreya damezrîner a Rêya Sûriyeya Demokratîk a ku di 25-26/10/2024ʹan de li Brukselê hatibû lidarxistin pîroz dikin. Ev kongre di demekê de ku Sûriye û Rojhilata Navîn di rewşên zehmet re derbas dibin hat lidarxistin. Ev gaveke girîng e ku tevahî beşdar panbend in ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk a yekgirtî ve biçin û ji bo guhartinek erênî li gel van rewşên girêk zemînekê peyda bikin.

Partiya Sûriya Pêşerojê ked û xebatên ji bo pêkanîna vê kombûna demokratîk pîroz dike û bal kişand ser van xalan:

Ji bo çareyeke siyasî em girîngiyê didin xaka Sûriyeyê û gelê wê û destnîşan dikin ku parastina nasnameya nîştimanî ya Sûriyeyê rêbaza ber bi jiyana aştiyane di nava tevahî pêkhateyan de geş dike.

Em bi temamî piştgiriyê didin xebata veguhastina siyasî ya xwe dispêre biryarên NYʹyê naxasim biryara 2254ʹan û bang dikin ku nûnertiya Sûriyeyiyan di tevahî civakên siyasî de fireh bikin.

Em teqez dikin ku guhartina rasteqîn bêyî xurtkirina jinan û geşkirina rola ciwanan di cihê biryardayînê de ne pêkan e û bang dikin ku wan bi awayekî aktîf tev li tevahî desteyên ji vê Rêyê derdikevin bikin.

Em bi lidarxistina pergala demokratîk a navnendî re ne ku mafên tevahî pêkhateyan misoger dikin, rê li pêşiya desthilatê digire û demokrasiya rasteqîn geş dike.

Em bi girîngiya yekalîbûna dewletê li hember olan bawer in, ji ber ku mafên ferdan geş dike û azadiya baweriya misoger dike.

Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî hevkariya bi hemû hêz û kesayetên demokrat li Sûriyeyê re pabend e û bang dikin ku diyalogeke giştî were lidarxistin û tê de hemû di avakirina Sûriyeya pêşerojê de beşdar bin. Em di piştgiriya rêya demokratîk de bi we re ne û bi hêvî ne bi hev re armancên Sûriyeyiyan ên ber bi azadî, edalet û wekheviyê ve pêk bînin."

(fr)