Artêşa Îsraîlê amadekariya êrişekê li ser Lubnanê dike

Artêşa Îsraîlê amadekariya êrişeke nû li ser başûrê Lubnanê, bi taybet li dijî endamên Hizbullahê, dike.

Artêşa Îsraîlê amadekariya êrişekê li ser Lubnanê dike
16 kanûn, 2025   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala 12ˊan a Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê armancên xwe diyar kirin, amadekariya êrişeke nû li dijî başûrê Lubnanê dike.

Kenalê destnîşan kir ku ji armancên Îsraîlê yên ku hatine diyarkirin cihên leşkerî û endamên Hizbullah in.

Hat diyarkirin ku hîn li gel Hizbullahê mûşekên dûravêj hene û Tel Avîv dê ji bo qelskirina şiyanên wê tev bigere.

Hat bibîrxistin ku di Mijdara 2024ˊan de peymana agirbestê hat îmzekirin ku şerê zêdetirî 2 salan di navbera Hizbullah û Îsraîlê de dewam kir bi dawî kir.

(mh/fr)