Li Qamişloyê pirtûka "Serpêhatiyên Jineke Kurd" hat îmzekirin

Li Parka Xwendinê ya Qamişloyê çalakiya îmzekirina pirtûka "Serpêhatiyên Jineke Kurd" a yadê Fewziye Hecî Birko hat lidarxistin. Yadê di pirtûka xwe de behsa zulma rejîma berê li dijî malbata wê û zehmetiyên jina Kurd kir.

16 kanûn, 2025   20:15
QAMIŞLO

Malbata yadê Fewziye Hecî Birko bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê re şahiya îmzekirina pirtûka "Serpêhatiyên Jineke Kurd" a yadê Fewziye Hecî Birko li Parka Xwendinê ya Qamişloyê ya kantona Cizîrê organîze kir. Di çalakiyê de hejmarek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û dostên malbatê amade bûn.

Yadê Fewziye Hecî Birko di 1952ˊyan de li bajarê Amûdê ji dayik bûye, dayika 8 zarokan e, dayika Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl e. Yadê tenê refa yekê xwendiye, hezkirina nivîsandinê ji dê û bavê xwe wergirtiye ku jê re çîrokên jiyana xwe qeyd dikirin. Ruxmî ku fêrî nivîsandinê nebûye, lê bi rêya xwendina Quranê piçekî fêrî xwendina zimanê erebî bûye. Di nivîsandina vê pirtûkê de mamosteya zimanê Kurdî yê Zanîngeha Rojava Ciwan Omer pê re bûye alîkar.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre mamoste Ciwan Omer bixêrhatina haziran kir û diyar kir ku wî nivîsandina pirtûka xwe hişt û ji vê pirtûkê re xwe vala kir. Omer anî ziman ku ruxmî mamostetiya wî ya ji 2011ˊan ve lê bi rêya yadê Fewziye peyvên nû yên Kurdî fêr bûye.

Omer anî ziman ku wî li mala yadê çîroka wê guhdar dikir, hin caran dinivîsand û hin caran deng qeyd dikir ku piştî nivîsê jê derxe. Nivîsandina pirtûkê nêzî 8 mehan dom kir.

Yadê Fewaziye jî got wê texmîn nekir ku pirtûk bigihîne vê astê û bi vî awayî berfireh bibe. Yadê diyar kir ku wî êş û zehmetiyên jina Kurd û zulma rejîma berê li dijî malbata wê xistine pirtûkê. Hevjînê Yadê di girtîgehê de bû, kurê wê li çiyê bû û malbata wê di şert û mercên zehmet re derbas bû.

Di dawiyê de xizmên yadê Fewziye spasî ji her kesê xebat li ser vê pirtûkê kiriye, kir. Dûre helbestvan Ferhad Merdê helbestek diyarî yadê kir û bi îmzekirina pirtûk û diyarîkirina haziran re çalakî bi dawî bû.

(fr)

ANHA