Armanc û encamên dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê û êrişên dewleta Tirk a dagirker

Endama rêveberiya PYD'ê ya kantona Efrînê Velantîna Ebdo destnîşan kir ku dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê di encama lihevkirina di navbera Şam û Enqereyê de ye û armanc jê belavkirina koçberên Efrînê yên li deverên dorpêçkirî ye da ku mafê vegerê bê windakirin û demografiya deverên dagirkirî bi temamî bê guhartin.

Armanc û encamên dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê û êrişên dewleta Tirk a dagirker
13 kanûn, 2023   03:34
HELEB
MIHEMED EBDO

Endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Efrînê Velantîna Ebdo ji ajansa me re der barê armanc û encamên dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê de axivî.

Di serî de Velantîna destnîşan kir ku kirîza Sûriyeyê her ku diçe kûrtir dibe, ji ber ku pergalên desthilatdar êdî nikarin pirsgirêkên ku wan berî 100 salan derxistine çareser bikin û ew di kûrkirina kirîzan de berdewamiya hegemoniya xwe dibînin.

Velantîna wiha domand: "Şerê di navbera dewletên neteweyî û cîhanî  de li herêmên me zêde bû ku êdî herêma me bûye qada şerê sêyemîn ê cîhanê, lê em nêzîkî tu aliyan nebûn û em di xeta sêyemîn de çûn û xwe spart hêza gel û xweparastinê."

Velantîna diyar kir ku armanca wan avakirina welatekî demokratîk, azad û nenavendî ye, ji ber wê jî ew ji aliyê dewletên dijî demokrasî û azadiyê ve tên hedefgirtin.

Velantîna destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê û hedefgirtina pêşengên Şoreşa 19'ê Tîrmehê û binesaziya herêmê, hemwextî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşek ji beşên êrişên li dijî projeya demokratîk in û got: "Eger hikumeta Şamê rêgirtina li ber derbaskirina madeyên sereke, ard, derman û sotemeniyê ji bo taxên Şêxmeqsûd û kantona Şehbayê bidomîne dê zehmetiya şêniyan nexasim di zivistanê de girantir bibe."

Der barê rewşa jiyanê de Velantîna got: "Dorpêş êdî gefê li jiyana şêniyan dixwe nexasim piştî rawestîna perwerdehî li Şehbayê û qutbûna kehrebeyê û rawestîna jêderên debara jiyana şêniyan."

Velantîna diyar kir ku dorpêç hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker piştrast dike ku di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de lihevkirin heye da ku rê li ber vegera niştecihên resen ên Efrînê bigirin û mafê vegerê winda bikin, ji ber ku guhartina demografiya herêmê ji berjewendiya aliyên neteweperest e.

Velantîna wiha domand: "Li hember hewldanên têkbirina rizgarkirina deverên dagirkirî û vegera gel, gel li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin dide meşandin."

Di dawiya axaftina xwe de Velantîna Ebdo destnîşan kir ku eger dorpêç û siyaseta birçîkirinê bidome dê karesetên mirovî rû bidin.

(mh/şx)

ANHA