Hiqûqnas: Fikrê Rêber Abdullah Ocalan li hember timayên rejîma Tirkiyeyê kelem e

Hiqûqnasên ji paytexta Sûriyeyê destnîşan kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan bingeha hemû dozen hiqûqî, mirovî û siyasî yên Rojhilata Navîn û cîhanê ye û ew nexşe rêyeke hevgirtî ye.

Hiqûqnas: Fikrê Rêber Abdullah Ocalan li hember timayên rejîma Tirkiyeyê kelem e
13 kanûn, 2023   02:37
REQA
ENES MIHEMED

10`ê Kanûnê Konferansa Yekemîn a Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi vexwendina Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê yên Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Yekitiya Bijîşkan a Reqayê bi dirûşma "Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de" li dar ket.

Endamê Komîteya Însiyatîfa Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Şamê parêzer Hesen El Ebdullah got: "Fikrê Rêber Abdullah Ocalan bingeha hemû dozên hiqûqî, siyasî û mirovî yên li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê ye û ew nexşerêyeke giştî ye; ji ber ku ew girîngiyê dide taybetmendiyên hemû gel û pêkhateyan û nirxê rêzgirtina ji pêkhateyên din re û jiyana hevbeş pêş dixe."

El Ebdullah wiha domand: "Nîşana vê yekê jî projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ya ku xwe spartiye fikrê Rêber Abdullah Ocalan û serkeftina ku em di salên dawîn de di hevgirtina navbera pêkhateyan de dibînin. Divê hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn xwedî li fikrê Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî derkevin ji ber ku ew bingeha azadiya gelan û rizgarkirina wan ji paşketin û kirîzan e."

Serokê Partiya Sûriya Yekemîn, hiqûqnas Silêman Şibêb ê ji Şamê wiha axivî: "Parastina Rêber Abdullah Ocalan erkeke exlaqî li ser milê wan gelan e yên ku hebûna xwe di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de dibînin. Di vê qonaxê de hevgirtin pêwîst e."

Şibêb diyar kir ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê pergaleke li dijî pîvanên navneteweyî û mirovî tê meşandin û got: "Ji ber ku Rêbertî nûnertiya hemû gelên azadîxwaz dike, ji ber ku fikrê wî li gor berjewendiyên gelê herêmê ye. Em bawer in ku Rêbertî ji dema revandina wî ve li dijî zilm û binpêkirinên herî mezin tê kirin."

Şibêb destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan ditirse ji ber ku fikrê wî ne li gor fikrê Erdogan ê dagirkirina herêmê ye, ji ber wê jî tecrîda li ser wî girantir dibe û got: "Gelek fikrên mezin ji aliyê Rêber Ocalan ve hatin pêşkêşkirin wek rêveberiya demokratîk, dewleta demokratîk, gelên demokratîk û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên pêkhateyan di hundirê sînorê niştîmanî de."

Şibêb di dawiya axaftina xwe de got: "Ev fikr li pêşiya timayên rejîma Tirk ên vejandina împeratoriya Osmanî ya nû bûne kelem, ji ber wê jî hikumeta binkeftî tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike."

(mh/şx)

ANHA