Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ebdulqadir Îbrahîm re xwest

Bi sedan şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ebdulqadir Îbrahîm re xwest. Di bin konê sersaxiyê de ev peyam hate dayîn: “Em ê her soza têkoşînê bidin.”

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ebdulqadir Îbrahîm re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ebdulqadir Îbrahîm re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ebdulqadir Îbrahîm re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Ebdulqadir Îbrahîm re xwest
12 kanûn, 2023   20:17
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Komandos şehîd Ebdulqadir Îbrahîm yê ku di 9`ê Kanûnê de li Dêrazorê şehîd bûbû xwestin. Konê sersaxiyê li ber mala şehîd a li taxa Hilêliyê hatibû vedan.

Şêniyên Qamişloyê, dost û hevalên şehîd, endamên Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) serdana konê sersaxiyê yê şehîd kirin. Beşdarvanê merasîmê bi sloganên `Şehîd Namirin` û strana `Şervano` sersaxî ji malbata şehîd Ebdulqadir Îbrahîm re xwestin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Elî Sadûn axivî û diyar kir ku axaftin têra şehadetê nake û ew bi axaftinê ti carî nikarin mafê şehîdên xwe bidin û wiha pê de çû: “Hebûna me bi saya şehîdên me ye, tenê bi pêkanîna soza berdewamkirina rêya şehîdan em dikarin mafê şehîdên xwe bidin wan.”

Endama Kongra Star Şaha Hesarî jî behsa şehîdan kir û got: “Heke axa welatê me tevahî rûpel bana û darên Kurdistanê hemû pênûs bana, me nikarîbû bi wan wesfa şehîdê xwe bikira. Ji ber cihê wan ê herî jor e, ancex bi şopandina rêya wan em xwe bighînin wan.”

Di axaftina xwe de Şaha Hesarî bal kişand ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li dijî tecrîda girankirî û her wiha têkoşîna girtiyên di zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de û got: “Rêberê me, em hemû bi te re ne, em gireva birçîbûnê ya girtiyên zindanan silav dikin. Em hene û ji dû sozê xwe venagerin, wek dayikên Kurd em ê her car di bin konê şehîdên xwe de sozên xwe nû bikin.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Xêr Elîka jî axivî û destnîşan kir ku çeteyên girêdayî hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker xwestin li Dêrazorê bi derxistina tevlîheviyê di navbera gelan de Rêveberiya Xweser têk bibin û wiha pê de çû: “Bi felsefeya Rêber Apo gel derxistina tevlîheviyê nas kir û rê li ber girt, gelê li Sûriyeyê her xwestiye bi hevkarî û biratî bijî, gelê me xwedî hêz û soza bi şehîdên xwe re ye.”

Merasîmê sersaxiyê bi slogana `Şehîd Namirin` bi dawî bû.

(sb)

ANHA