Amerîkayê 6 hezar terminalsên Starlinkê şand Îranê

Amerîkayê ji bo xwepêşanderên di bin zextên rejîma Îranê de ne û înterneta wan hatiye birîn 6 hezar terminalsên Starlinkê şandiye Îranê.

Amerîkayê 6 hezar terminalsên Starlinkê şand Îranê
13 sibat, 2026   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journalê (WSJ); hat zanîn ku rejîma Îranê ji ber xwepêşandanan li seranserê welat înternetê qut kiriye. Ji ber nebûna înternetê êriş û komkujiyên li dijî xwepêşanderan hat kirin belav nabin û kes pê nizane. WSJ diyar dike ku Amerîkayê ji bo xizmeta înternetê pêk bê û welatiyên li Îranê karibin înternetê bikar bînin 6 hezar terminalsên Starlinkê xistiye meriyetê.

WSJ diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Amerikayê di meha Çile de 7 hezar terminalsên înternetê stendiye û berdêla van terminalsên Sterlînkê jî Înîsiyatîfa Azadîxwazên Înternetê jî bi fonên xwe dide. Ev înîsiyastîf ji bo înterneta xwepêşanderan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê çareserkirin ava bû.