Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî beşdarî konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed wê tevlî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibin.

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî beşdarî konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibin
13 sibat, 2026   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di astan cîhanê de Konferansa Munîhê(MSC) wekî mezintirîn foruma parastinê ya cîhanê tê qebûl kirin. Îsal 62`yemîn Konferansa Munîhê li bajarê Munîh yê Almanyayê were lidarxistin. Li gor komîteya amadekar parvekiriye wê ji 120 welata nêzî 450  serok, siyasetmedar û serkirdeyên cîhanî beşdarî konferansê bibin.

Hate ragihandin ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed wê tevlî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin. Hat diyarkirin ku Ebdî û Îlham Ehmed dê li vir bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî re hevdîtinê bikin.

Konferans wê di navbera 13-15ê Sibatê de bi rê ve biçe.