Li gundewarê Şamê di êrişeke bombeyî de 6 Durzî birîndar bûn

Li bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê di gulebaran û êrişeke bombeyî de 6 ciwanên Durzî birîndar bûn. Êrişkar jî hat kuştin.

Li gundewarê Şamê di êrişeke bombeyî de 6 Durzî birîndar bûn
13 sibat, 2026   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh derengî şev li bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê êrişkarekî bombeyek avêt komeke ciwanên Durzî. Di encam de 6 ciwan birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku êriş li herêma Sexir hat kirin û êrişkar jî di gulebaranê de hat kuştin.

Li gorî çavkaniyan navên birîndaran wiha ne: Mutez Kîwan, Elî Ferûc, Waîl Ferûc, Îmar Dekak, Reca Xiwês, Necîb Ebû Zor.

Nasnameya êrişkar nehat zanîn.

(bb)