Aloziya avê li Şamê dewam dike

Kêmbûna avê û nebûna xizmetguzarî û çavdêriyê, ji bo şêniyên Şamê û gundewarê wê dibe sedema êş û azarên mezin. Ne ev tenê, kirîna avê ji sahrîcan barê şêniyan girantir dike ku her 10 bermîl ava vexwarinê bi 400 hezar lîreyên sûriyeyî dikirin. Heta niha desthilatê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ti gav neavêtiye.

Aloziya avê li Şamê dewam dike
24 tebax, 2025   19:22
NEVENDA NÛÇEYAN

Pirsgirêka kêmbûna avê li paytexta Sûriyeyê, Şam û gundewarê wê derektiye pêş, nemaze di havînê de û bilindbûna pileyên germahiyê ku êş û zehmetiyên wan zêdetir kir. 

Bi havînê re barên şêniyan du qat dibin ku neçarî kirîna avê ji sahrîcan dibin. Aliyên fermî jî ji bo çareserkirinê ji bilî sozan ti gavên cidî navêje.

Kêmbûna barîna baranê vê salê, rasterast bandor li jêderên sereke yên avê yên Şamê û gundewar kirine. Di serî de kaniya Fîce û Beredayê ku herikîna wan bi awayekî mezin kêm bûye.

Ji wê zêdetir, torên avê rizî ne lewma rojane pirsgirêk çê dibe û av jê diherike.

Van faktoran rasterast bandor li jiyana şêniyan kiriye, ji ber ku av tenê li gorî pergala limitkirinê ya hişk peyda dibe ku heftê rojekê ye. Lewma şênî avê ji sahrîcan dikirin ku ew jî li gorî dûrbûna herêman ji jêderên avê lêçûna veguhastinê diyar dikin.

Mînak, 10 bermîl av ji kaniya Fîce bi 400 hezar lîre tê firotin, lê heke jêdera avê ji cihek din be lêçûna wê dadikeve 250 hezar lîreyî.

Li hin taxên Şamê, wek Mezê lêçûna kirîna avê digihêje 350 hezar lîreyî, lê di projeya Dumer de digihêje 500 hezar lîreyan. Li Sahnayê kêmtir e, li wir ava Fîceyê bi 250 hezar lîre ye û ya ava bîran jî tenê bi 150 hezar lîre ye ji ber ku nêzî jêderên avê ye.  

(ac/şx)

ANHA