Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û eşîran peyama yekitiyê da

Li bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê, civîneke berfireh di navbera Meclisa Leşkerî ya Til Temir û şêx û rûspiyên eşîran de hate lidarxistin. Di civînê de, rewşa herêmê hate nrixandin û beşdaran peyama hevgirtina civakî û xurtkirina hevbeşiyê di navbera hêzên leşkerî û êlan de dan.

24 tebax, 2025   20:02
HESEKÊ

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li hola Kenîr a bajêr civîneke berfirh bi şêx, rûspî û hemû pêkhateyên bajêr re li dar xist. Di civînê de mijarên siyasî û leşkerî li ser asta Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Şêx û rûspiyên eşîrên kurd, ereb, asûr, suryan û nûnerên pêkhateyên civakî beşdarî civînê bûn.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Amed Til Temir der barê geşedanên dawîn, gefên domdar ên li dijî herêmê, rewşa siyasî, danûstandinên têkildarî siberoja herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axivî.

Amed Til Temir wiha domand: “QSD`ê, tevî zehmetiyan hîna parêzvanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Nahêle tevlihevî û teror vegere herêmê. Wê her tim wefedarê şehîdan û berxwedana wan be.”

ROLA EŞÎRAN DI PARASTINA AŞTIYA NAVXWEYÎ DE

Şêx û rûspiyên eşîran jî helwesta xwe anîn ziman û ragihandin ku ciwanên eşîran beşeke sereke ya QSD’ê bûn û dê wiha bimînin jî ji bo ku herêmê ji gefan biparêzin.

Şêx û rûspiyan gotin hevgirtina civakî û redkirina hewldanên fitneyê yên ku aliyên derve dixwazin çêkin, girîng e û diyar kirin ku hêza civakê û hevgirtina wê, bingeha parastina îstiqrarê û misogerkirina siberojeke ewle ye.

TIL TEMIR NIMÛNEYA HERÎ BIÇÛK A SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ YE

Rûspiyan peyamên girîng dan ku Til Temir nimuneya biçûk a Sûriyeya pirreng e ku kurd, ereb, suryan û asûr li kêleka hev du dijîn.

PEYAMÊN JI HUNDIR Û DERVEYÎ SÛRIYEYÊ RE

Di civînê de ne tenê koordîneya xwecih hate destnîşankirin lê belê, rûspiyan û hêzên leşkerî peyam dan hundir û derveyî Sûriyeyê ku ew bi yekitiya nîştimanî re ne, pirsgirêkên xwe derbas kirine, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare xwe biparêze, çareseriya siyasî tenê bi vîna van gelan çareser dibe ji bilî wê çarenûsa wê têkçûn e.

Di dawiya civînê de, her kes diyar kir ku divê civînên wisa bi awayekî asayî li dar kevin ji bo ku têkiliya di navbera QSD`ê û êlan de xurttir bibin û karê hevbeş li hember tevahî zehmetiyan, berdewam bike.

(ac/şx)

ANHA