Şaredariya Amûdê xebatên xwe yên 6 mehan vegotin

Şaredariya Gel a bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê, civîna xwe ya 6 mehan li dar xist, kar û projeyên xizmetguzariyê yên ku di vê salê de bi cîh anîn, plansaziya xwe ya ji bo sala bê vegotin.

Şaredariya Amûdê xebatên xwe yên 6 mehan vegotin
Şaredariya Amûdê xebatên xwe yên 6 mehan vegotin
Şaredariya Amûdê xebatên xwe yên 6 mehan vegotin
Şaredariya Amûdê xebatên xwe yên 6 mehan vegotin
Şaredariya Amûdê xebatên xwe yên 6 mehan vegotin
Şaredariya Amûdê xebatên xwe yên 6 mehan vegotin
Şaredariya Amûdê xebatên xwe yên 6 mehan vegotin
24 tebax, 2025   18:37
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Amûdê, di çarçoveya civînên xwe yên nîvsalê de, civînek li dar xist. Di civînê de  encamên kar û projeyên xizmetguzariyê yên di vê salê de hatine temamkirin, bi bîr xistin. Şaredariyê plansaziya xwe ya bê jî aşkera kir.

Nûnerên saziyên civaka sivîl, komîn û şênî tev li civînê bûn.

Civîn li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hate lidarxistin. Di civînê de hevserokê Şaredariya Gel a Amûdê Mihemed El Umerî diyar kir ku şaredarî tevî derfetên kêm û zehmetiyan jî her tim di nava hewldanan de ye ku kêmanî nekeve rewşa xizmetguzariyê û rewşa bajar bi tevahî baş bike.

El Umerî bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re hevkar bin da ku hişmendiya civakê xurttir bikin û bi hev re bi giyanê komînal bedewiya bajêr biparêzin.

Hevseroka şaredariyê, Raniya Yûnis, projeyên herî girîng ên ku di nava vê salê de hatine temamkirin bi şêniyan re parve kirin û ji wan xebatên paqijkirina kanalîzasyonê, kampanyayên paqijiyê yên giştî, vemirandina şewatan, gerên şopandinê yên zimhêrê û xebatên bajarê pîşesaziyê.

Li gorî Rêveberê Beşa Teknîkî Luqman El Umerî, projeyên ku di plansaziya 2025’an de cih digirin ev in: qîrkirina rêyên sereke û têketinên sereke bi lêçûna 74 hezar û 681 dolarî, projeya kanalîzasyonê ku dest pê kiriye bi lêçûna 32 hezar û 607 dolarî,  bi cihkirina ragaran bi lêçûna 12 hezar û 576 dolarî lê hîna dest bi vê xebatê nebûye, kolandineke bîreke nû bi lêçûna 52 hezar û 26 dolarî ku çaverê ye di demeke nêz de dest pê bike, pêxşstina binesaziya herêma pîşesaziyê.

Şêniyên ku beşdarî civînê bûbûn, hewldan û xebatên şaredariyê bi erênî nirxandin lê daxwaza xebatên din kirin nemaze beriya zivistanê. Ji daxwazên şêniyan; avakirina geraca erebeyan, ronîkirina rêyan, ziftkirina rêyan, piştgiriyê bidin parkên giştî, rûberên kes zêdetir bikin, ji bo derbaskirina aloziya avê, bîr bikolin.

Şêniyan der barê bazara sebzeyan de, pêşniyar kir ku li derveyî navenda bajêr bazarek nû were avakirin da ku qerebalix kêm bibe û tevgera bazirganiyê bi rêkûpêk bibe.

Di dawiya civînê de hate destnîşankirin ku hewldanên pêşxistina xebatên xizmetguzariyê û bicihanîna daxwazên şêniyan berdewam in.

(ac/şx)