96 malbatên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine 5 bajarên Cizîrê

Ji ber êriş û binpêkirinên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku girêdayî dewleta Tirk in, heta niha 96 malbatên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Dêrik û Rimêlanê.

96 malbatên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine 5 bajarên Cizîrê
14 ÇILE, 2026   16:02
QAMIŞLO

Di 6’ê Çile (2026) de çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku girêdayî dewleta Tirk in êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirin. Heta 11’ê Çileyê gelek binpêkirin li taxan pêk hatin, çeteyan û dewleta Tirk bi 42 hezar kesî, tang, top û balefirên bêmirov ên biçek êrişî taxan kirin. 

Ji ber êrişan û binpêkirinan gelê taxan koçber bû. Gelek ji koçberan berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelê ku ji taxên xwe koçber bûne tenê bi cilên li ser xwe ji mal derketine. 96 malbatên ku ji 300 kesî pêk tên li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Dêrik û Rimêlanê yên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicih bûne. Hinek ji wan li malên xizmên xwe, hinek jî li dibistanan dimînin.

Heta niha 78 malbat li bajarên Qamişloyê, 9 li Dêrikê, 4 malbat li Amûdê, 3 malbat li Tirbespiyê, 2 malbat li Rimêlanê bicih bûne. Lê hatina malbatan berdewam e.

(bî/fr)

ANHA