Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermzarkirin û banga hesabpirsînê hat kirin

Jinan sûcên hikumeta demkî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û banga lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe kir.

Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermzarkirin û banga hesabpirsînê hat kirin
Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermzarkirin û banga hesabpirsînê hat kirin
Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermzarkirin û banga hesabpirsînê hat kirin
Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermzarkirin û banga hesabpirsînê hat kirin
Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermzarkirin û banga hesabpirsînê hat kirin
Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermzarkirin û banga hesabpirsînê hat kirin
Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermzarkirin û banga hesabpirsînê hat kirin
14 ÇILE, 2026   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li hemberî êriş û komkujiyên ku çeteyan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Benî Zêd kirine zêde dibin û banga hesabpirîsnê tê kirin.

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Reqayê, Meclisa Jinan a PYD’ê  daxuyanî li Til Hemîs, Amûdê û Tirbesiyê dan.

TIL HEMÎS

Bi dehan şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê û nûnerên partiyên siyasî li naverasta bajar kom bûn û daxuyaniyek da. Rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê Nûr El Îlyan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûc û binpêkirinên ku çeteyên hikumeta demkî li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd kirine û hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên medyayî jî hat kiirin û hate gotin, xîtaba dezenformasyon nikare welat û civakeke exlaqî û mirovî ava bike û nirxên jiyana bi rûmet ava nakin.

Di daxuyaniyê de peyama piştgiriyê ji bo gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hat dayîn û berxwedana dîrokî ya van taxan hat silavkirin.

Di dawiyê de dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûdê û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

REQA

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojî jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Reqayê ji alyiê berdeva Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fatima El Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên sîstematîk hatin kirin û hate gotin: "Ya li van taxan rû daye, ji siyaseta qirkirina komî ya li dijî sivîlan qut nin e."

Meclisê sûcên li van taxan hatine kirin, hatin şermezarkirin. Her wiha bang li civaka navnetewyeî, rêxistinên mafên mirovan û ên hiqûqî hat kirin ku ji bêdengiya xwe derbikevin, ji bo rawestandina van sûcan tavilê gavên cidî biavêjin û parastina navnetweyî ji bo sivîlên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mîsoger bikin, her wiha lêkolîneke serbixwe der barê sûcan de vekin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Dê dengê jinan li hemberî zulmê bilind bimîne. Dê jin  heqîqet û rûmetê biparêzin. Her wiha dê bi mafê jiyaneke ewle û bi rûmet li ser axê girêdayî bin ta edaleet pêk were.”

TIRBESPIYÊ

Meclisa Jinan a PYD’ê ya bajarê Tirbespiyê jî bi amadebûna bi dehan jinan daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya nivîsgeha partiyê ya Tirbespiyê ji aliyê endama PYD’ê Munteha Xelîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li dewletên garantorên diyalogan û tevahî rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku hesab ji berpirsên komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bipirsin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dê piştgiriya berxwedana şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bidomînin.

AMÛDÊ

Meclisa Jinan a PYD’ê ya bajarê Amûdê jî bi amadebûna şêniyên bajar daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya PYD’ê ya bajarê Amûdê ji aliyê seroka Meclisa Jinan a PYD’ê Mura Zoror û endama Rêveberiya Dibistanên Amûdê Xelat Mele Îbrahîm ve bi kurdî û erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujî û sûcên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin û banga hesabxwestina ji berpirsên van sûcan hat kirin. Her wiha banga destpêkirina lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe hat kirin.

(b)

ANHA