80 kamyonên alîkariyê ji Başûr derbasî Rojava bûn

Karwanekî alîkariya mirovî ku ji 80 kamyonan pêk tê, ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû.

80 kamyonên alîkariyê ji Başûr derbasî Rojava bûn
28 ÇILE, 2026   12:51
QAMIŞLO

Di çarçoveya piştgiriya berdewam a rêxistinên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê ya ji bo xelkê Rojava de, karwanekî alîkariyê yê ji 80 kamyonan pêk tê, îro di deriyê sînor ê Sêmalkayê re derbasî Rojava bû.

Rêxistin û saziyên civaka sivîl ên li Başûrê Kurdistanê ji bo piştgriya gelê Rojava dest bi kampanyayên berhevkirina alîkariyan kiriye. Heta niha çend karwanên alîkariya mirovî ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûne.