Çeteyên hikumeta demkî êriş bire ser 2 gundên Girkê Legê

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi dronan êrişî 2 gundên Girkê Legê yê kantona Cizîrê kir.

Çeteyên hikumeta demkî êriş bire ser 2 gundên Girkê Legê
28 ÇILE, 2026   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî dane, çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike, êrişî gundên Rimêlan Paşa û Yûsifiyê yê girêdayî bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku êriş bi dronan pêk hat û di encamê de zerarên madî çêbûn.

(b)