4 kes bi tawanbariya bikaranîna pereyên sexte hatin destgîrkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişloyê 4 kesên ku pereyên sexte bi kar dianîn, destgîr kirin û sewqî dozgeriyê kirin.

4 kes bi tawanbariya bikaranîna pereyên sexte hatin destgîrkirin
7 cotmeh, 2025   12:21
NAVENDA NÛÇEAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku toreke bikaranîna pereyên sexte li Qamişloyê hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6’ê Cotmehê 4 kesên ku dolarên sexte bi kar dianîn, destgîr kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên wan piştî wergirtina agahiyan li ser kesekî ku li taxeke bajar pereyên sexte bi kar tîne, lêkolîn dan destpêkirin. Hate diyarkirin ku di encama lêkolînê de gumanbarek hat destgîrkirin û lêpirsîn hat destpêkirin. Her wiha hate zanîn ku gumbar li xwe mikur hat ku ew û 3 kesên din dolarên sexte bi kar tînin.

Hêzên Ewlekariyê tevahî endamên tore destgîr kirin û 2 hezar û 400 dolarên sext ên pê re jî desteser kirin.

Li gorî daxuyaniyê, piştî bidawîbûna lêpirsînê her çar kes sewqî dozgeriyê hatine kirin.

(bb)