20 hezar û 409 kes ji Lubnanê hatine herêmên Rêveberiya Xweser

Hejmara kesên ji ber şer ji Lubnanê berê xwe daye Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 20 hezar û 409.

20 hezar û 409 kes ji Lubnanê hatine herêmên Rêveberiya Xweser
16 mijdar, 2024   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Maseya Krîzê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji bo mexdûrên şerê li Lubnanê hatiye avakirin, diyar kir ku hejmara kesên ji Lubnanê hatine herêmê bû 20 hezar û 409.

Li gorî maseyê, ji kesên ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 hezar û 573 mêr in, 6 hezar û 236 jin in, 6 hezar û 478 zarok in, 94 lubnanî ne û 28 cenaze ne.

Kesên ji Lubnanê têne herêmê yan li malên xwe, an li malên xizmên xwe bi cih dibin, kesên ku malên wan li herêmê tune bin, Rêveberiya Xweser cih ji wan re peyda dike.

(bb)

ANHA