Tirbespiyê du kes ji ber gazên êzingan xeniqîn

Li gundekî Tirbespiyê jinek û hevjînê wê ji ber gazên ji agirê êzinganderketine xeniqîn.

Tirbespiyê du kes ji ber gazên êzingan xeniqîn
16 mijdar, 2026   23:34
QAMIŞLO

Silêman Kernûs û hevjîna wî Sultane Hesen ên ji gundê Til Xatûnê yê girêdayî Tirbespiyê, dema di xew de bûn, ji ber hilma gazên ji şewitandina êzingan derketine, jiyana xwe ji dest dan.

Silêman Kernûs ku bi helwestên xwe yên neteweyî û civakî dihat naskirin, di dema fermana DAIŞ‘ê ya sala 2014‘an de penaberên Êzidî bi cih û alîkar da wan. Di gelek boneyan de ji ajansa me (ANHA) re axiviye.

Cenazeyên her duyan sibe li Mezargeha Diyarê Felekî ya gundê Otilce tên veşartin û sersaxî li gundê Til Xatûnê tê qebûlkirin.

(f)