Saziya Ziman a Suryanî daxwaza fermîkirina zimanê suryankî kir

Saziya Ziman a Suryanî bi daxuyaniyekê daxwaza fermîkirina zimanê suryanî û beşdarbûna wan di avakirina Sûriyeyê de kir.

Saziya Ziman a Suryanî daxwaza fermîkirina zimanê suryankî kir
Saziya Ziman a Suryanî daxwaza fermîkirina zimanê suryankî kir
Saziya Ziman a Suryanî daxwaza fermîkirina zimanê suryankî kir
Saziya Ziman a Suryanî daxwaza fermîkirina zimanê suryankî kir
16 mijdar, 2026   14:41
Qamişlo

Ji bo naskirina zimanê suryanî Saziya Ziman a Suryanî li pêşiya Navenda Perwerdeyê ya Tirbespiyê daxuyaniyek da. Mamoste û nûnerên saziyên sivîl û partiyên Suryanan beşdar bûn. 

Daxuyanî bi zimanê suryanî ji hêla endama Partiya Yekitiya Suryan Faya Ardîş û bi zimanê erebî ji hêla Selîba Yaqûb ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Suryan di Sûriyeyê de xwedî çand û dîrok e, divê zimanê suryanî li gel zimanên din fermî bibe û hate gotin: "Ev mafê me ye ku xwendekarên me û gelê me bi zimanê xwe fêr bibe, zimanê suryanî ne tenê ji bo dan û standinê ye, lê ew nasname û çanda me ye.”

Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku zimanê suryanî were fermîkirin û mafê gelê Suryan di destûra Sûriyeyê de were parastin.

(ex)

ANHA