Hikûmetê bihayên nû yên mazotê eşkere kir 

Komîteya Diyarkirina Bihayên Berhemên Petrolê li Sûriyeyê bihayê lîtreyek mazotê bi 150 lîreyên Sûriyeyê destnîşan kir. Bihayên benzîn û gaza navmalî û pîşesaziyê weke xwe ma, ji bo mazota germkirinê jî ti buha nehat destnîşankirin.

Hikûmetê bihayên nû yên mazotê eşkere kir 
15 mijdar, 2026   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bultena nû, Komîteya Daîmî ya Diyarkirina Bihayên Berhemên Petrolê bihayê lîtreyek mazotê bi 150 lîreyên Sûriyeyê destnîşan kir. 

Bihayê lîtreyek benzîna ​​95 oktan 195 lîreyên Sûriyeyê û benzîna ​​90 oktan 185 lîreyên Sûriyeyê hat destnîşankirin.  Her wiha bihayê gaza navmalî gihîşt 1600 lîreyên Sûriyeyê û ya pîşesaziyê 2560 lîreyên Sûriyeyê.

Tevî bihayê nû yê mazotê lê ev bihayê nû jî ji bo piraniya welatiyan bilind e, bi taybet ku bihayê mazota germkirinê nehat kêmkirin.

(k)

ANHA