Pêşangeha Tiliyên Zêrîn li Tebqayê dest pê kir

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê pêşangeha destkariyên jinan li kantona Tebqayê bi navê "Pêşangeha Tiliyên Zêrîn" vekir.

Pêşangeha Tiliyên Zêrîn li Tebqayê dest pê kir
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn li Tebqayê dest pê kir
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn li Tebqayê dest pê kir
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn li Tebqayê dest pê kir
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn li Tebqayê dest pê kir
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn li Tebqayê dest pê kir
Pêşangeha Tiliyên Zêrîn li Tebqayê dest pê kir
16 mijdar, 2024   15:46
TEBQA

Di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê de Nivîsgeha Weqfa Jina Azad a kantona Tebqayê pêşangehek vekir.

Di pêşangehê de ku li avahiya nivîsgehê ya li kêleka Çerxerêya Şehîdan a Tebqayê hatiye li darxistin û dê heta 6 rojan bidome, 12 endamên nivîsgehê berhemên xwe pêşandan.

Cil û bergên rîs ên jinan, cil û bergên herêmî, yên destan, peykerên têkildarî çandan herêmê tên pêşandan.

Bi dehan jin, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste, meclisên girêdayî wê û Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Tebqayê tev li pêşangehê bûn.

Weqfa Jinan ji vê pêşangehê armanc dike balê bikişîne ser behreyên jinan, vejandina çanda herêmê, afirîneyên jinan.

Pêşangeh dê heta 21`ê Mijdarê berdewam bike û rojane ji saet 09:00`an heta saet 16:00`an vekirî ye.

Pêşangeha 1`emîn a Weqfa Jinan bi navê "Tiliyên Zêrîn" li kantona Reqayê 3`yê mehê dest pê kiribû û 3 rojan dom kiribû. Îro li kantona Tebqayê dîsa dest pê kir.

(şx)

ANHA