Pisporên Ereb: Daxuyaniya KCK'ê ya li ser Filistînê girîng e

Pisporên Ereb navaroka daxuyaniya KCK'ê ya der barê çareseriya pirsgirêka Filistînê û bidawîkirina şerê Îsraîl – Filistînê de erênî nirxand.

Pisporên Ereb: Daxuyaniya KCK'ê ya li ser Filistînê girîng e
18 cotmeh, 2023   02:41

Hevseroketiya Konseya Rêveber  KCK'ê der barê bûyerên dawîn û şerê Îsraîl – Filistînê de rêya çareseriyê nîşan da.

KCK'ê daxuyand ku pirsgirêka Filistînê ne bi rêbazên tundiyê, lê bi demokrasiyê û bi naskirina mafên gelê Filistînê çareser dibe û got, nêzîkatiya tundûtûjiyê wê pirsgirêkan hîn kûrtir bike.

Pisporên Ereb navaroka daxuyaniya KCK′ê wekî nexşerêya çareserkirina pirsgirêka Filistînê bi rengekî demokratîk, dûrî şer û tundiyê nirxandin.

HÊJAYÎ LÊKOLÎNÊ YE

Nivîskar û lêkolînerê ji Filistînê Cemîl Adî anî ziman ku daxuyaniya KCK'ê hêjayî lêkolîn û lêvegerînê ye û got, lê piştî bidawîbûna şerê Îsraîl – Filistînê û destpêkirina pêvajoya siyasî, gengaz e were pêkanîn.

Cemîl Adî helwesta Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya piştgiriya bi pirsgirêka Filistînê re jî silav kir û got: "Em helwesta Tevgera Azadiya Kurdistanê ya piştgiriya bi doza adilane ya Filistînê re û mafê wî yê rewa ya dewleteke serbixe, silav dikin. Lê belê axaftina li ser demokrasiyê hinekî zû ye, ji ber Îsraîl êrişên xwe yên hovane li dijî gelê Filistînê yê sivîl didomîne û cezayên komî li dijî wî pêk tîne."

Adî êrişên Hemas û Tevgera Cîhad  Îslamî yên li dijî deverên Îsraîlê spart ′′ Serhişkiya hikumeta Îsraîlê ya di nava nakokiyên navxweyî de tengijî ye" û got: "Heta niha şer serwer e û tu axaftin li ser çareserî an jî agirbestê an jî ferzkirina şertên aliyên detwerdêr tune ne."

Cemîl Adî anî ziman ku pirsgirêka Filistînê bi rêbazên tundî û hêza nîjadî nayê çareserkirina û wiha dom da axafinên xwe: " Pirsgirêka Filistînê bi naskirina mafên gelê Filistînê yê Ereb  û bi avakirina dewleteke serbixwe ya xwedî serdestî ku  demokrasiya nûjen, edalet û wekheviyê lê hebin, pêkan e. Di encama şerê domdar ê di navbera neteweya Ereb û neteweya Cihû de û danhevên van, Rojhilata Navîn bû stada çareserkirina hesaban û berjewendiyên derve."

Pispor Adî rêbazên din ên çareserkirina pirsgirêka Filistînê jî vegotin: ′′ Di serî de divê pirsgirêka netewebûnê bê derbaskirin. Ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê divê Benjamin Netanyahu dev ji xewna xwe ya avakirina dewleteke berfireh a Îsraîlê li ser xaka Filistînê û dewletên derdorê berde. Netanyahu berpirsê kirîzên hundirîn ên hikumetê ye û wî hişt aliyên siyasî yên Filistînê ji hev cuda bibin, her wiha ew bibû sedemê binketina hemû pêvajoyên çareseriyê. Di heman demê de ew berpirsê rijandina xwîna gelên Filsitîn û Îsraîlê ye."

Adî dûrxistina tevahî aliyên tundraw ên Îsraîlê wekî rêya çareseriyê nirxand û wiha pê de çû: ′′Divê gelê Îsraîlê hebûna gelê Filistînê û mafên wî yên rewa nas bike. Divê Hemas û Tevgera Cîhad Îslamî di dayîna biryara  êrişê de xwedî berpirs bin û bi tevahî aliyên Filistînê re hevkariyê bikin. Divê her kes bizane ku îradeya gelan û rizgarkirina Filistînê ne bi kiryarên ferdî, lê bi rêya nûnerek fermî ya gelê Filistînê an ku Rêxistina Rizgariya Filistînê tên mîsogerkirin.′′

Li gorî Adî ′′Hişmendiya dewlet- netewe ya Cihû û dagirkeriya wî ya ji sala 1948′an ve ya li ser xaka dîrokî ya Filistînê sedemên pirsgirêka Îsraîlê ne ." Adî got, bibe piştî destwerdana Amerîkayê û destekdayîna wê ji Îsraîlê re ya dûrî qanûna navneteweyî, şer berfirehtir bibe.

Nivîskar û dîroknasê  ji Misirê  Elî Ebû El Xêr KCK′ê silav kir û daxuxyaniya wê ya ya der barê çareserkirina pirsgirêka Filistînê de erênî nirxand.

Ebû El Xêr got, wek ku di daxuyaniya KCK′ê de hatiye diyarkirin, pirsgirêka Filistînê bi şer û tundiyê çareser nabe, lê bi demokrasî, bi naskirina mafên gelê Filistînê çareser dibe û wiha got: "Gelê Filistînê jî mîna gelê Kurd ji ber dagirekriyê zor û zehmetiyan dibîne. Lê piştevaniyek ji aliyê tevahî Muslimanan ve ji bo Filistînê heye, ji ber ku Mescid El Eqas li Filistînê ye. Lê ji bo gelê Kurd ne wisa ye, Kurd ji aliyê dewletên musliman ve hatine dagirkirin, tên qetilkirin û nijadperestî li dijî wî tê meşandin."

Ebû El Xêr li ser navaroka daxuyaniya  KCK′ê ya der barî çareserkirina pirsgirêka Filistînê ev nirxandin kir: ′′Diyar e ku çareseriyeke baş e û li ber tundiyê digire, ji ber ku tundî pirsgirêkan kûrtir dike. Rewşa aloz a ku di çend rojên dawîn de derketibû, encama vê yekê ne ku pirsgirêka Filistînê gihiştiye rêyeke xetimî. Eger mirov bi rastî ji vê pirsgirêkê aciz dibe, bila girîngiyê bide çareserkirina pirsgirêka  Filistînê. Bêyî nîqaşkirina pirsgirêka Filistînê û mafên gelê Filistînê, hingî dê avêtina her gavekê pirsgirêkan kûrtir bike. Em navaroka daxuyaniyê erênî dibînin, ji ber neteweya demokratîk cudahiyên derûnî û jiyanî ji holê radike û nijadperestiyê dihelîne. Her wiha ji bo hemû tundiyên li welatên herêmê guncaw e. Neteweya demokratîk  fikr û tevgereke durust e. Dema ku gel û rêveber bi vê fikrî ve girêdayî bin hingî wê ev fikr bi ser keve."

Ebû El Xêr diyar kir ku çareseriya li gorî KCK′ê xwedî ruhekî erênî ye ku şer radiwestîne û got: "Divê Dagirkeriya siyonîst destpêkê li banga aqil guhdar bike. Divê jiyana di hundirî Filistînê bi vê rengî bike ku tevahî welatî wekî hev bin û divê mafên gelên Filistînê werin mîsogerkirin.  Ji bo gelê Kurd jî em heman bangê li rejîma Tirk dikin.′′

Dîroknas Elî Ebû El Xêr divê ev çareserî were belavkirin û ji bo hemû rêxistinên herêmî û navneteweyî bê şandin da ku bibe gava pêşîn a mîsogerkirina mafên rewa yên gelên bindest wek gelên Kurd û Filistînê.

(mh/bb)

ANHA