​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-10-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-10-2023
17 cotmeh 2023   23:00

25 sal di ser peymana Edeneyê re derbas bûn. Peymana di serdema Hafiz Esed de di navbera dewleta Tirk  a dagirker û dewleta Sûriyeyê de hatibû îmzekirin û hîna berdewam dike. Rêber Abdullah Ocalan peymanê wekî komployekê navneteweyî nirxand. (BI WÊNE).

Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman û endama PYD′ê Nîroz Muslim destnîşan kir ku ew deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in û soz da ku dê fikrê Rêber Abdullah Ocalan yê der barê azadiya jinan de bigihînin hejmareke mezin a jinan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cîranên Besam Hakim El Hisên ku li gel 28 hevalên xwe di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, diyar kirin ku ew bi têkoşîn û kesayeta xwe bûye pêşengê civakê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Pisporên Ereb navaroka daxuyaniya KCK'ê ya der barê çareseriya pirsgirêka Filistînê û bidawîkirina şerê Îsraîl – Filistînê de erênî nirxand. (BI WÊNE).

Siyasetmedarên li Qamişlo û Şehbayê diyar kirin ku dewelat Tirk a dagiker dixwaze fesadiyê bixe nava gelên herêmê û pergala rêveberiya xweser ji holê rake, lê gelan bersiva herî baş daye, berxwadana wan dê hemû êrîşan têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji ber êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijî herêma Efrînê, 9 dibistanên navçeyên Şera û Şêrawa hatine girtin û hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar maye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Gerînendetiya Avê ya kantona Kobanê ji sedî zêdetirî 70 plansaziya 2023'yan qedandin û ji bo ceribandina hewza Miştenûrê di çend rojên bê de amadekariyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan konê çalakiyê li Minbicê vedide, saet 09:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Tebqayê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed li Goristana Şehîdan oxir dikin, saet di 09:30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Hîlala Zêrîn qonaxa duyemîn a pêşangeha wêneyan a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê organize dike, saet di 09:30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" di roja duyemîn de li ber avahiya komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY′yê ya li bajarê Qamişloyê  dewam dike, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Parêzerên Reqayê kongreya xwe ya 4′emîn li dar dixe, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo aşkerekirina encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê civîneke çapemeniyê li avahiya Darîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA