​​​​​​​CPT: Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de 10 welatiyên sivîl şehîd bûne

Tîma Kurdistana Iraqê (CPT) aşkera kir ku ji 1’ê Çileya 2023’yan heta 17’yê Cotmeha 2023’an, di encama êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê de 10 welatiyên sivîl şehîd bûne û 12 welatî jî birîndar bûne.

​​​​​​​CPT: Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de 10 welatiyên sivîl şehîd bûne
17 cotmeh 2023   18:39

Balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker îro li nêzîk gundê Kanî Kend ê ser rêya serekî ya navçeya Koyê ya girêdayî bajarê Hewlêrê wesayîta welatiyên Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de welatiyek şehîd bû û 3 welatî jî birîndar bûn. Tîma Kurdistana Iraqê (CPT) hejmara kuştiyên sivîl, cûrên êrişên dewleta Tirk ya dagirker aşkera kirin.

Tîma Kurdistana Iraqê (CPT) hejmara kuştiyên sivîl, cûrên êrişên balafirên dewleteta Tirk a dagirker li dijî welatiyên sivîl yên sala 2023’yê  aşkera kir.

Li gorî daneyên CPT’ye, ji 1’ê Çileya 2023’yan heta 17’yê Cotmeha 2023’an, di encama êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê de 10 welatiyên sivîl şehîd bûne û 12 welatî jî birîndar bûne.

Her wiha diyar kir ku ji sivîlan 6 di encama êrişên balafirên bêmirov, 3 di encama êrişên balafirên şer de û yek jî di encama teqîna mayînekê de li derdora baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina CPT’yê aşkera kir ku 2 welatiyên sivîl bi guleyên rasterast ên leşkerên Tirk, 9 welatiyên sivîl bi êrişên balafirên bêmirov û welatiyek jî di encama teqîna mayinê de birîndar bûne.

CPT’yê ragihand ku 3 welatiyên sivîl di dema komkirina giyayên biharê de, 6 welat di nav wesayîtan de û welatiyek jî li mala xwe di encama êrişên dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bûne.

Têkildarî cih û çawaniya birîndarbûna welatiyên birîndar CPT’yê got; “2 welatî di dema çêrandina pez de, 5 welatî di nav wesayîtê de, 3 welatî li nav Wargeha Mexmûrê, welatiyek di dema komkirina giyayên biharê de û welatiyek jî li mala xwe di encama êrişên dewleta Tirk de birîndar bûne.”

Tîma Kurdistana Iraqê cihê bûyer û êrişên ser sivîlan eşkere kir ku bûne sedema qurbaniyên sivîlan û wiha got; : “Heta niha li parêzgeha Dihokê 4 welatî şehîd bûne û 2 welatî jî birîndar bûne, li parêzgeha Hewlêrê jî sivîlek jiyana xwe ji dest da û 8 sivîl jî birîndar bûne. Herwiha li parêzgeha Silêmaniyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Herêma Başûrê Kurdistanê 5 welatî şehîd bûne û 2 welatî jî birîndar bûne.”

Tîma Kurdistana Iraqê got: “Artêşa Tirkiyê ji nîvê Nîsana 2022’an û vir ve bi sedan kîlometre dûrî sînorê Tirkiye - Iraqê derbasî nava xaka Herêma Başûrê Kurdistanê bûye. Li gel hedefgirtina gerîla, artêşa Tirk a dagirker li Herêma Başûrê Kurdistanê sivîl, gundî û cotkaran jî dike hedef.”