​​​​​​​Pêşniyarên şêniyên Dirbêsiyê ji bo sala 2024`an

Şêniyên Dirbêsiyê di civînekê li gel Şaredariyê de balkişandin ser projeyên herî girîng ku divê sala bê, pêk werin.

​​​​​​​Pêşniyarên şêniyên Dirbêsiyê ji bo sala 2024`an
4 cotmeh, 2023   14:27

Şaredariya Gel a bajarokê Qirmane ya navçeya Dirbêsiyê îro li avahiya navenda tenduristiyê ya gel a gundê Qeyrawan ê bajarokê Qirmaneyê civînek ji xelkê bajarokê re li dar xist ji bo ku plansaziya 2024`an diyar bike.

Di civînê de hevseroka Şaredariya Gel a bajarokê Qirmane Selma Erebo îşaret bi sedema lidarxistina civînê kir û destnîşan kir ku ew armanc dikin li pêşniyarên şêniyan têkildarî xebatên şaredariyan guhdar bikin.

Di civînê de şêniyan pêşniyarên xwe têkildarî projeyên xizmetguzariyê anîn ziman û balkişandin ser girîngiya sererastkirina rêyên gundewarê, firehkirina torên kanalîzasyonê û avê û sererastkirina rêyan.

Di dawiyê de Selma Erebo da zanîn ku dê van pêşniyaran binirxînin û li gor derfetan pêk bînin.

Di heman çarçoveyê de dê 4 civînên din li bajarok û gundewarê Dirbespiyê ya kantona Hesekê bên lidarxistin, ji bo ku li pêşniyarên şêniyan ên têkildarî xebatên şaredariyê û projeyên sala bê, were guhdarkirin.

(şx)

ANHA